De Mîstûra: Divê Kurd li Sûriyê neyên paşguhkirin

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyê De Mîstûra diyar kir, nabe ku Kurd li Sûriyê neyên paşguhkirin .

De Mîstûra: Divê Kurd li Sûriyê neyên paşguhkirin
29 kanûn, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Staffan De Mîstûra ku rêveberê Hevdîtinên Cenevreyê yên Neserketî ye û çend roj berê dest ji wezîfeya xwe ya çar sal û nîvan berda, bersiv da pirsên televîzyona dewletê ya Swîsreyê RTS.

De Mîstûra diyar kir, li Sûriyê pêkanîna aştiyê zehmet e, aştî pêwîstiyek e û wiha got: “Lê divê neyê jibîrkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) ji aliyê dîplomatîk ve vê pêvajoyê didomîne."

De Mîstûra vekişîna DYA'yê ji bo Kurdan weke demeke zehmet bi nav kir û got, "Lê belê rêxistiniya Kurdên li Sûriyê xurt e. Divê neyê jibîrkirin; hebûneke Kurdan a welê heye ku bêyî wan nabe."

De Mîstûra got, heta ku çareseriyeke siyasî ya hemûgir a şerê Sûriyê neyê peydakirin, rîsk heye ku DAÎŞ û komên din ên cîhadîst li xaka Sûriyê ji nû ve zindî bibin.

De Mîstûra bi bîr xist, Îran û Rûsya hêzên sereke ne ku hiştin rejîma Esad li ser piyan bimîne û got, "Dibe ku ji aliyê erdnîgarî ve Esad di şer de bi ser ketiye, lê belê ya girîng ew e ku li welêt aştî bi ser bikeve."