Stasyonên avê yên Dêrazorê tên sererastkirin

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Dêrazor dagir kir, hemû amûrên stasyonên avê dizîn. Piştî rizgarkirina herêmê Şaredariya Dêrazorê, ji bo ku stasyon bikevin xizmeta gel, dest bi xebatên sererastkirinê kir.

Stasyonên avê yên Dêrazorê tên sererastkirin
Stasyonên avê yên Dêrazorê tên sererastkirin
Stasyonên avê yên Dêrazorê tên sererastkirin
Stasyonên avê yên Dêrazorê tên sererastkirin
Stasyonên avê yên Dêrazorê tên sererastkirin
Stasyonên avê yên Dêrazorê tên sererastkirin
29 kanûn, 2018   08:20

DÊRAZOR

Li herêma Dêrazorê 2 stasyonên El-Kibir û El-Xamiyê ku amûrên wan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dizîn, careke din ji aliyê komîteya şaredariyê ve tên sererastkirin.

Stasyona El-Kibir avê dide gundên El-Hermoşiyê, El-Kesra, El-Kesra ya El-Tehtiy û Mîlacê.

Her wiha stasyona El-Xamiyê ku li ser ava Firatê ye, avê dide stasyonên navçeya El-Cezaa. Ji ber ku ava stasyona El-Cezaa nedihat vexwarin, ava vexwarinê ji stasyona El-Xamiyê diçe stasyona El-Cezaa. Bi sereraskirina stasyona El-Xamiyê re êdî ava vexwarinê digihîje malan.  

Komîteya Xizmetguzariyê amedekariyan dike da ku stasyona Cezrêt Mîlac a ku avê dide stasyonên gundên Cerwan, Ebû Xeşeb, Koaa Elaamo, Koaa Mihbaş Şiwêhan û Ozman sererast bike. Hejmara niştecihên van gundan nêzî 20 hezar kes e.

Di heman demê de ji bo ku ev stasyon 24 seetan bixebitin, Şaredariya Dêrazorê ceyranê dide stasyonan.

ANHA