‘Yekitî ji bo me hemûyan derman e’

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya şaxê Serêkaniyê Anahîta Sîno banga yekitiyê li gelê Kurd kir û anî ziman ku yekitî di vê pêvajoyê de derman e.

‘Yekitî ji bo me hemûyan derman e’
29 kanûn, 2018   07:51

SILAVA EBDULREHMAN – EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Serokê AKP‘ê û rayedarên payebilind ên dewleta Tirk ji 11‘ê Kanûnê ve gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya Serêkaniyê Anahîta Sîno ku beşdarî Kongreya 6‘emîn a Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bû ku li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin, ji ajansa me re axivî û anî ziman ku rola jinên rewşenbîr di vê pêvajoyê de girîng e û got divê li hember gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.

Anahîta Sîno diyar kir ku gelê Kurd dibe qurbaniyê lihevkirinên navdewletî û wiha got: "Hevalên Kurdan tune ne, divê Kurd di vê pêvajoyê de dest bidin hev û yekitiya xwe di hemû aliyan de xurt bikin, ji ber ku yekitî ji me hemûyan re derman e."

Têkildarî rola jinên rewşenbîr li gel gefên têne kirin, Anahîta wiha got: "Erka herî girîng di vê pêvajoyê de dikeve ser milê jinên rewşenbîr, li ser vê yekê divê mîsyona xwe ya rasteqîn pêk bînin û rastiya bûyerên li Rojava rû didin, binivisînin, kiryarên dagirkeran teşhîr bikin, destê xwe deynin ser birînê û çareseriyan peyda bikin.”

ANHA