Rewşenbîr û siyasetmedar: Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke serkeftî ye

Siyasetmedar û rewşenbîran diyar kirin ku rêveberiya xweser û tecrûbeyên mîna wî di hevsengiyên Sûriyeyê de projeyên serkeftî ne û teqez kirin ku çareserî avakirina Sûriyeke ne navendî ye.

Rewşenbîr û siyasetmedar: Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke serkeftî ye
Rewşenbîr û siyasetmedar: Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke serkeftî ye
Rewşenbîr û siyasetmedar: Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke serkeftî ye
Rewşenbîr û siyasetmedar: Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke serkeftî ye
28 kanûn, 2018   19:36

QAMIŞLO

Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Dêrikê têkildarî geşedanên dawî, ji biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê û gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panêlek li dar xist.

Panêl li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê hate lidarxistin. Hejmarek siyasetmedar û rewşenbîr, Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbarhîm Qeftan, Rêveberê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê  Salih Muslim, Rêveberê Hevbendiya Niştimanî a Kurd li Sûriyê Xebat Mihemed, Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman, endamê Yekitya Rewşenbîran Dr. Mustefa Keleş di panêlê de amade bûn.

Îbrahîm Qeftan, Salih Muslim, Xebat Mihemed, Ehmed Silêman û Mustefa Keleş di panêlê de axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku rêveberiya xweser û tecrûbeyên mîna wê li Sûriyê ji bo pergalên dîktator mîna Tirkiyê  xeterî ye. Her wiha hate diyarkirin ku ev tecrûbe ne Kurdî ye mîna tê îdiakirin, lê belê xizmeta hemû pêkhateyan dike.

Axaftivanan destnîşan kirin ku Hêzên Sûriyeya Demokraîtk beriya kurdan herêmên ereban ji terora DAIŞ û êrîşên derve rizgar kirin. Hate gotin ku pergalên faşîzm di nava hewldanan de ne da ku tevliheviyê di navbera gelên herêmê de derbixînin.

Di axaftinan de hate teqezkirin ku Tirkiyê komên çete bi kar tînin û di qadên navdewletî de bi navê wan diaxive da ku berjewendiyên xwe di Sûriyê de pêk bîne. Kesên axivîne gotin armanca Tirkiyê vê van hewldanan xewna osmaniyan vegerîne û kurdan ji holê rakin.

Têkildarî rêveberiya xweser jî hate destnîşankirin ku"Rêveberiya Xweser ne girêdayî aliyên derve  mîna opozisyon û rêjîmê. Ji ber vê yekê projeyeke serkeftî bû ku hemû pêkhateyên Sûriyê li derdora wê kom bûn."

Di civînê de bal hate kişandin ser girîngiya yekitiya gelê Kurd û wiha hate gotin: "Yekitiya gelê Kurd di vê pêvajoyê de pêwîstiyek e, divê danûstandinên Sûrî-Sûrî pêk werin, bêyî danûstandinên navxweyî çareserî ne pêkan e. Zimanê gef û çek aloziyê çareser neke. Tekane rêya çareseriyê sîstemeke demokratîk, ne navendî ye ku hemû pêkhateyên Sûriyê tê de beşdar bin. Rêveberiya Xweser û tecrûbeyên mîna wê di hefsengiyên Sûriyê de gaveke girîng e ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de digirin."

Axaftivanan girîngiya piştgiriya parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina nirxên şoreşê kirin."

ANHA