Îran: Em piştgiriya derbasbûna artêşa Sûriyê nava Minbicê dikin

Îran ragihand ku ew piştgiriya dide derbasbûna artêşa Sûriyê nava bajarê Minbicê, ku li hemberî êrîşên muhtemel ji hêla Tirkiyê ve bisekine.

Îran: Em piştgiriya derbasbûna artêşa Sûriyê nava Minbicê dikin
28 kanûn, 2018   14:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe bi derbasbûna hikûmeta Sûriyê nava bajarê Minbicê da ku li hemberî êrîşên muhtemel ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bisekine anî ziman.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komara Îslamî ya Îranê teqezî li ser girîngiya rêzgirtina xaka Sûriyê dike û teqez dike ku rakirina ala Sûriyê li Minbicê gaveke girîng e ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dike. Îran piştgiriyê dide vê gave."

Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê îro ragihand ku yekîneyên wan derbasî bajarê Minbicê bûne û bi israr in ku terorîstan tune bikin û hemû dagirkeran ji Sûriyê derxin.