‘Lihevkirina di navbera YPG`ê û hêzên Sûriyê de pêngaveke girînge‘

Desteya Niştimanî ya Erebî lihevkirina di navbera YPG`ê û hêzên dewleta Sûriyê de weke pêngaveke girîng pênase kir û got, armanca vê yekê ku valatiyê dagire û rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê û îdayên wê yên derew bigre.

‘Lihevkirina di navbera YPG`ê û hêzên Sûriyê de pêngaveke girînge‘
28 kanûn, 2018   14:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Niştimanî ya Erebî destnîşan kir ku baweriya wan bi xebatên bi hevkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê heye ku lihevkirin dê stratîjiyeta wan a avakirina Sûriyeke demokratîk neguhêre.

Desteya Niştimanî der barê banga YPG`ê ku ji hêzên dewleta Sûriyê xwest ku parastina sînorê Minbicê bike daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Lihevkirina dawî di navbera YPG`ê û artêşa Sûriyê pêngaveke girîng û aqilanî ye, ji bo valatiya heyî were dagirtin û rê li pêşiya dagirkirina Tirkiyê û îdîyayên wê yên derew were girtin.

Ji destpêka ragihandina vê lihevkirinê, tevlihevî û metirsî di nava dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de derket. carekê lihevkirinê red dike û careke din gefan li dijî artêşa Sûriyê û YPG`ê dixwe. Bi van gef û tevgera xwe tê teqezkirin ku ew careke din hemû gelê Sûriyê ku çi helwest û rola wan be dike hedef. Divê li hemberî vê yekê yekitî were avakirin. Hemû enerjî li dijî dijminan were bikaranîn û lêkolîn ji bo nuqteyên lihevkirinê were kirin.

Em weke Desteya Niştimanî ya Erebî baweriya me bi hevkarên me li Bakur Sûriyê û tevahî Sûriyê heye ku ev lihevkirin stratîjiya me ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk naguhêre û misogeriya parastina mafên hemû pêkhateyan di nava destûra Sûriyê ku hemû hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne."

(bx)

ANHA