‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’

Şêniyên Hesekê yên ku tevlî çalakiya mertalên zindî ya Serêkaniyê bûn, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî hevahî gelên Sûriyê ne û hedef biratiya gelan e.

‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’
‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’
‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’
‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’
‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’
‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’
‘Hedefa Tirkiyê têkbirina biratiya gelan e’
28 kanûn, 2018   13:55

HESKÊ

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên Serêkaniyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ku li dijî dagirkiriya Tirkiyê hatiye destpêkirin di roja 10’an de berdewam dike. Îro gelê Hesekê piştgirî da gelê Serêkaniyê.

Di çalakiyê de, bi navê aboriya jin a Kantona Hesekê Horiya Şemdîn axivî û wiha got: “Zimanê ragihandina Tirkiyê ispat dike ku Tirkiye dijminahiya yekîtiya axa Sûriyê dike. Divê hêzên navdewletî bizanibin ku ev gef ji bo ji nûve jiyan dayîna çeteyên DAIŞ’ê tên xwarin. Em wek gelên herêmê û bi taybet jî jin wê li hember van gefan bisekinin, mina ku em li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekinîn.”

Endamê komîteya aborî yê Hesekê Mûrad Roj jî destnîşan kirk u ew ê seknek qehremanî li hemberî gefên Tirkiyê bidin nîşan û wiha pêde çû: “Yên ku herêm ji DAIŞ’ê rizgar kirin e zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Wê nehêlin DAIŞ dîsa li herêmê vegere.”

ANHA