Çeteyên Tirk sivîlan dike hedef

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê  Îsmaîl El-Ugla ku ji gundê Mişref El-Îzzo yê Girê Spî ye, birîndar kir.

Çeteyên Tirk sivîlan dike hedef
Çeteyên Tirk sivîlan dike hedef
28 kanûn, 2018   13:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo xirakirina aramiya herêmê didomin. Li gorî agahiyan şêniyê bi navê Îsmalîl El-Ugla yê ji gundê Mişref El- Îzzo yê Girê Spî, dema xwest ji mala xwe derkeve, mayinek ku ji dûr ve tê kontrolkirin, di bin erebeya wî de hatiye teqandin. Di encamê de El-Ugla birîndar bu.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyan li herêmên Başur û Rojhilatê Sûriyê ji bo aramiya herêmê xirab bike, kesên sivîl hedef digire.