Balafirên şer ên Tirk, gundên Bradostê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirk gundên Lêtan, Deraw û Kewertê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê ziyan gihişt bax û baxçeyên gundiyan.

Balafirên şer ên Tirk, gundên Bradostê bombebaran kirin
28 kanûn, 2018   12:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Lêtan, Deraw û Kewertê yên li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê zirar gihişt bax û baxçeyên gundiyan.

Hate ragihandin ku piştî gera balafirên keşfê, balafirên şer danê nîvro bombe li gundan barandine.