Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin

Şêniyên bajarokê El-Hîşe teqez kirin ku ew ê bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Şêniyên El-Hîşê jî dagirkeriya Tirkiyê red kirin
27 kanûn, 2018   14:42

GIRÊ SPÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsa bi dirûşmeya "Li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hildin" çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de bi dehan şêniyên bajarokê El-Hîşê amade bûn. Çalakî ji bo piştgiriya konê çalakiyan li herêmên sînor ên Kobanê, Silûk, Serêkaniyê û Dirbesiyê hat lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarokê El-Hîşê Ednan El-Şêx, hevserokê meclîsa bajarok Hemûd El-Hemûd, endama rêveberiya jin Kefaa El-Ebo û endamê komîteya parastinê di meclisa navçeya Eyn Îsa Mihemed Ebo Leyla axivîn.

Axaftvanan gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Axaftvanan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan kir ku li dijî hewldanên dewleta Tirk ku dixweze herêmê dagkir bike, bertek nîşan bidin.

Tê payîn ku wê çalakî li bajarokên El -Elî Baciliyê, Ebo Xerzê û navçeya Eyn Îsa jî pêk werin.

ANHA