Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şervanên QSD`ê yên di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn li goristana şehîdan a Şedadê spartin axê.

Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê hatin veşartin
27 kanûn, 2018   14:34

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê cenazeyê Abdulrehman Elî (Eslî), Mihemed El-Nayif (Egîd) û Ehmed Hemîdî (Xalid) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeyê ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtiê dest pê kir her wiha şervanên YPJ/YPG`ê toreneke leşkerî lidar xistin. Paşê ji fermandarên YPG`ê Sayil El-Zûbe axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

El-Zûbe teqez kir ku bi saya xwîna şehîdan yekitiya gelê herêmê hate avakirin û got,"Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bibin şehîd canê xwe feda dikin."

El-Zûbe destnîşan kir ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê ber bi tunekirinê ve diçin Erdogan dest bi gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê parastina xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bikin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ferec axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman Salih ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê her sê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.

(bx)

ANHA