Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû

Konferansa 1'emîn a Meclisa Jin a Minbic û gundewarê wê bi hilbijartina berdevka fermî û endamên meclisê û xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jin a Minbicê bi dawî bû
27 kanûn, 2018   15:17

MINBIC

Konferansa 1'emîn a Meclisa Jin a Minbicê û gundewarê îro li hola civînan a Meclisa Zagonsaz li dar ket. Şandeyên jin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD, Meclisa Jinên Sûriyê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li konferansê bûn.

Di konferansê de gelek axaftina hatin kirin. Di axaftinan de rola jinê ya pêşeng di avakirina civakê de hate destnîşan kirin. Her wiha pêwîstiya yekîtiya jinên Sûriyê li hember xeteriyên li dijî gelê Sûriyê hate teqezkirin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan rapora salane ya Meclisa Jin a Minbicê hate xwendin. Xebat, kêmasî, astengiyên ku rastî jinan hatine û çawaniya desrbaskirina wan kêmasiyan hatin nîqaşkirin.

Piştre rêziknameya Meclisa Jin a Minbicê û gundewarê wê hate xwendin û bend wê hatin şîrovekirin û li gorî pejirandina delegeyan rêzikname hate erêkirin.

Paşê endama meclisê Nadya Milhim rêşpelika biryarên sala bê girêdayî biryarên pêşxistina jinan di hemû waran de xwend û hate gotûbêjikirin.

Beriya ku konferans bi dawî bibe Rêveberiya Meclisa Jin a Minbic û gundewarê hate hilbijartin. Endamên rêveberiya wiha ne: Hala El-Hesen, Nadya Milhim, Neciyê Hec Mihemed, Berdevka Meclisa Jin Ibtîsam Ebdulqadêr, Rêveberiya bajêr Lemiya Xilo, Komîteya Têkîliyan Henaa Şerîf, Meclisa Edaletê Cîhan Mihemed, Komîteya Jin Intîsar Mihemed, Komîteya Tenduristiyê Muna Zekeriya, Jina Ciwan Mereyem Xelîf, Rêveberiya Xetan Fatme Beko, Aboriya Jin Sebah Mihemed.

Konferans bi xwendina encamnameyê ji hêla berdevka Meclisa Jin a Minbicê Ibtîsam Ebdulqadêr ve bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

'Me Konferansa 1'emîn a Meclisa Jin a Minbic û gundewarên wê bi tevlêbûna 52 delegeyan ji tevahiya sazî, pêkhate û nûnerên Bakurê Sûriyê di 27-12-2018'an de li dar xist.

Konferansê di van mercên dîrokî û hesas de di dema ku gelek guhertên li herêm rû didin û rastî gefên derve tên li darket. Lidarketina konferansê di vê demê de serkeftin û bersiva êrîşên li hemberî herêmê ye. Wek jinên Minbicê di van salên dawî de ji ber zihniyeta mêrdestiyê û terora DAIŞ'ê me azar û zehmetî kişandiye û em bûn qurbana hemû siyasetan.

Îro û piştî ku me çêja azadiyê tam kir û me xwe birêxistin kir, êdî em ne amade ne carek din bibin qurbana siyasetên Tirkiyê. Em şahidên binpêkirinên Tirkiyê li Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz û Idlibê ne, jin a herî zêde rastî wan binpêkirinan tên.

Jin bi vîn û hevgirtina xwe dê bibe misogera jiyana azad, Sûriyeya demokratîk pirrengî û bi vîna jinê dê komplo hemû têk biçin."

Konferans bi berzkirina sloganên banga azadiya jinê bi dawî bû.

(şx)

ANHA