Li Dêrezorê belavkirina mazotê didome

Bi alîkariya meclîs û komînên gundewarên rojava û  rojhilatê Dêrezorê, Saziya SATKOP’ê mazotê bi buhayeke guncaw li şêniyan belav dike.

Li Dêrezorê belavkirina mazotê didome
27 kanûn, 2018   10:45

DÊREZOR

Rêveberiya sotemeniyê li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrezorê piştevaniya gel ya belavkirina mazotê dike. Bi taybet di vê zivistana ku baran û sermaya xwe zêde ye mazot pêwîstiyek e. Li bazarên reş bihaya mazotê zêde ye. Lewma jî SATKOP mazotê bi bihayek guncaw belav dikin.

Xwediyê benzînxane ya gundê El-Kisra ya rojavayê Dêrezorê Hemdan El-Selame diyar kir ew bi kordîndata rêveberiya SATKOP’ê re mazotê belav dikin. Niha li giştî El-Kisra ya ku 4 hezar û 200 malbat lê dijîn mazot hatiye belavkirin." 

Her wiha li gor plana belavkirina mazotê, li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrezorê belavkirin berdewam e.

Hêjayî bibîrxistiyê ku, Saziya SATKOP’ê ji destpêka zivisatnê de mazotê bi buhayeke guncaw belav dike. Her lîtreyek bi (55) lire yê Sûrî ye. Her wiha para her malbatekê (400) lître ye û li ser du beşan tê belavkirin.

ANHA