‘Divê her kes erka xwe ya parastinê pêk bîne’

Rûspiyên herêma Dêrikê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe ya mirovî li beramberî gelê aştîxwaz û tevahî herêma ku bi hezaran koçber û penaberên Sûriyê û Iraqê hembêz kirin, pêk bînin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bisekinin.

‘Divê her kes erka xwe ya parastinê pêk bîne’
27 kanûn, 2018   10:18

QAMIŞLO

Rûspiyên herêma Dêrikê diyar kir ku hikumeta AKP`ê bi rêya gefên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû nirx, pîvanên mirovahiyê û zagonên navdewletî dike hedef.

Rûspiyên Kurd, Ereb, Keldan, Asûr, Suryan, Êzidî û Meclisa Rûspiuyan li ber navenda Meclisa Êlan a Herêma Dêrikê kom bûn û der barê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Oldaran Şêx Sînan Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi serkêşiya Erdogan û partiya AKP`ê li ser tevahî Sûriyê û bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Hikûmeta AKP`ê bi rêya êrîşên xwe hemû nirx, pîvanên mirovî û zagonên navdewletî binpê dike. Ev hemû jî li beramberî çavên tevahî dewletên cîhanê çêdibin. Ji ber wê terorîst xwe li wê derê kom dikin û li tavahî cîhanê belav dibin û bi taybet li ber herêmên me. Bi vê yekê hemû pêkhateyan dikin hedef. Armanca wan ji vê yekê ew e ku hemû destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, tune bikin.

Em bang li NeteweyênYekbûyî (NY), rêxistinên mafên mirovan û Meclisa Ewlehiyê dikin ku erka xwe Ii beramberî gelê aştîxwaz û herêma ku bi hezaran koçber û penaber ji Sûriyê û Iraqê hembêz kir, pêk bînin.

Em bang li hikûmeta Sûriyê dikin ku parastina xak û gelê xwe li dijî dagirkeriyê bike.

(bx)

ANHA