Rûspiyên eşîran: Çawa Osmanî ji Sûriyê hatin derxistin, dê dewleta Tirk jî bê derxistin

Rûspiyên eşîrên Sebxê û El-Weldê destnîşan kir ku kesên bi Tirkiyê re hevkariyê dikin, tenê nûnertiya xwe dikin û nikarin çarenûsa Sûriyê diyar bikin û teqez kir ku çawa Osmanî ji Sûriyê hatin derxistin dê Erdogan jî bê derxistin.

Rûspiyên eşîran: Çawa Osmanî ji Sûriyê hatin derxistin, dê dewleta Tirk jî bê derxistin
27 kanûn, 2018   10:52

HEMED EL-MISTEFA – IMAR EL-XELEF / REQA

Helwestên şêniyên eşîrên Ereban li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Der barê mijarê de ANHA`yê helwesta rûspiyên eşrîrên Sebxê û El-Weldê girtin.

Yek ji şêxên eşîra Sebxê şêx Fewaz El-Bêk wiha axivî: “Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku gelê Sûriyê bi hemû rewşan hevgirtî ye û ji her kesî re îsbat kiriye ku gelekî mezin e. Em ji kesên li derve ku xwe dibêjin berjewendiyên gelê Sûriyê dixwazin û li ser hesabê gelê Sûriyê li ser maseya hevdîtinan rûniştine, dibêjin ku ew tenê nûnertiya kesayeta xwe dikin û nikarin çarenûsa gelê Sûriyê diyar bikin.”

Şêx El-Bêk wiha got: “Yê ku mal û xaka xwe berda û li bajarên derve rûnişt û xwe dike ku ji bo berjewendiyên Sûriyê kar dike, ew tenê xizmeta berjewendiyên dewletan dikin.”

El-Bêk da zanîn ku wan wek gelê Sûriyê şerê kesî nekiriye, lê eger pêwîstî hebe dê bibin yek û li dijî her cure êrîşên li ser hemû pêkhateyên Sûriyê bisekinin û wiha got: “Bes e şer û destdirêjî, em naxwazin şerê kesî bikin û kes şerê me bike, lê eger bê xwestin û êrîş bi ser me de bên, em ê bibin yek û li pêşiyê bisekinin.”

Yek ji rûsipiyên Eşîra El-Weldê Ehmed Hidên El-Silih êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: "Tirkiye dewleteke dagirker e û kes jê re sînorekî danayne. Tirkiyê rêz neda sînorê cîranan û bi hinceta ku Bakurê Sûriyê xetereyê lê dike, binpêkirinan dike.”

‘QSD ne teror e, zarokên me ne’

Şêx Ehmed Hisên bersiva daxuyaniyên Erdogan da ku dibêje QSD teror e û wiha got: “Hêza me zarokên me ne ku bi xwîna xwe parastina sivîlan kirin, Erdogan çawa dibêje ku ew teror in? Em ji bîr nakin ku wan balafirxane û sînorên xwe ji koçberên biyanî re vekirin, ji hemû dewletên cîhanê hatin Sûriyê, ku bûn sedema koçberkirina gelê Sûriyê.

Şêx Ehmed Hisên teqez kir ku Osmaniyan Sûriye dagir kiribû û şêniyên Sûriyê ew derxistin û wiha got: "Eger hewl bide êrîş bike em ê careke din wan derxin, em ê bibin strî û di qirika wan re biçin ku êrîşî yekbûna Sûriyê dikin. Em azadî, wekhevî û mafê xwe dixwazin."

Di dawiya axaftina xwe de şêx Ehmed Hisên El-Silih ji Meclisa Ewlekariyê ya Navneteweyî xwest ku bi gelê Sûriyê re rast bin û guh bidin dengê wan.

(jo)

ANHA