Yekemîn konferansa jinên Minbicê dest pê kir

Li Minbicê yekemîn konferansa Meclisa Jinên Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk in" dest pê kir.

Yekemîn konferansa jinên Minbicê dest pê kir
Yekemîn konferansa jinên Minbicê dest pê kir
Yekemîn konferansa jinên Minbicê dest pê kir
Yekemîn konferansa jinên Minbicê dest pê kir
27 kanûn, 2018   08:29

MINBIC

Li bajarê Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk in" yekemîn konferansa Meclisa Jinên Minbicê dest pê kir. Konferans li hola civînan a Meclisa Zagonsaz tê lidarxistin. 

Şandeyên ji Meclisa Jinên Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û bi sedan jinên bajarê Minbicê û gundewarên wê tev li konferansê bûne.

Hola konferansê bi pankartên bi nivîsa "Serdema 21`an dê bibe serdemê jinan”, “Îradeya me ji gefên we xurttir e” û “Bi yekitiya jinan yekitiya gelan dest pê dike" hate xemilandin. Beriya ku konferans dest pê bike dayik û hevjînin şehîdan find pê xistin.

Konferans didome.

(bx)

ANHA