Trump serdana Iraqê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî suprîz serdana Iraqê kir û bi leşkerên Amerîkayê re hevdîtin kir.

Trump serdana Iraqê kir
26 kanûn, 2018   21:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koşka Spî îro çarşemê ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Iraqê kir û bi leşkerên xwe re hevdîtin kir.

Li gorî ajansên nûçeyan Trump û hevjîna xwe Melania serdana bargeha hawayî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê kir ku hêzên Amerîkayê lêbi cih bûne.

Serokê Amerîkayê got, ti planên wan ên vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê nînin û got, ew vî welatî wekî bargeha êrîşên xwe yên li Sûriyê bi kar tîne.

Donald Trump beriya hefteyekê ragihandibû ku ew ê leşkerê xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Biryara Trump nerazîbûnekê ji ailyê Amerîka û Ewropayê ve hat.