ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.12.2018
27 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê saet 11:00, li Qamişlo jî li goristana Şehîd Delîl Sarûxan Şehîd Delîl Sarûxan saet di 14:00 şehîdên meha Kanûnê têne bi bîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li herêma Dêrikê bi pêşengtiya ciwanan bi armanca şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek tê lidarxistin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şervanê YPG‘ê Mûsa Salih re dixwazin ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû. Konê sersaxiyê li gundê Hesînat tê vegirtin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi buroyên rêveberiyên herêmî û şaredariyan re yên rêveberiyên xweser û sivîl re dicivîne, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1989‘an di hevdîtinên xwe yên bi welatiyên Rojava re bal kişandibû li ser xeta berxwedanê û diyar kiribû ku berxwedana li Rojava dê bandoreke erênî li ser tevahî Kurdistanî bike. Ocalan her wiha teqezî li ser girîngiya xurtkirina rêveberî û rêxistinkirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên kantonên Şehba û Efrînê destnîşan kirin ku daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan "Siloganên derew in" û bang li civaka navdewletî kir ku dersê ji rewşa trajedî ya herêmên Sûriyê yên dagirkirî bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama guhertina demografiya Efrînê de ku Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe pêk tîne, rêjeyek hindek ji Kurd li Efrînê maye. Tirkiyê hewl dide tek şêniyekî Kurd li Efrînê nehêle. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Amadekar a çalakiyên konvendanê ya kantona Kobanê Ehmed Şêx diyar kir ku çalakiyên bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi moralekî bilind di roja 10‘an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx Elî El-Elî bang li hemû eşîrên Ereb kir ku li hemberî gefên Tirkiyê yên bi aramca dagirkirina herêmê hevgirtina xwe xurt bikin û diyar kir ku şêxên li Ezazê kom bûne nûnertiya xwe tenê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Girê Spî nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û got "Gefên Erdogan yek ji planên bi armancên koçberkirina niştecihên herêmê ne, ji ber ku Tirkiyê dewletek mêtînger e û dîrok şahidê vê yekê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- Ji destpêka sala 2018`an ve li Sûriyê pêvajoyeke nû ya lihevhatin û şer  dest pê kir. Pir eşkere bû ku êdî li herêmên di bin destê hêzên rejîmê de desthilatdarî û rêvebirin di destê Rûsyayê de ye. Rûsyayê dijminahiya kor a dewleta Tirk li dijî Kurdan ji xwe re baş bi kar anî û gelek tişt bi dest xistin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Çalakvana siyasî ya Misrê û mamosteya zanista siyasî Ferînaz Etiyê got Tikriyê bi gefên xwe hewl dide aloziya aborî binixumîne û bala gelê Tirkiyê ji aloziyên hundirîn ên Tirkiyê ber belav bike. Her wiha teqez kir ku ji bo parastina Kurdan çarçoveya siyasî pêwîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayik û hevjînên şehîdan ên kantona Kobanê bal kişandin ku armanca Erdogan ji gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biratiya gelan ji hev bixînin û xirabiyê li herêmê belav bikin. Dayik û hevjînin şehîdan anîn ziman ku ew dagirkeriya Tirkiyê bi ti awayî qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-15 jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hevkariya Kongreya Star a taxê ji bo vejandina aboriya taxê û bilindkirina asta aboriya jinan kooperetîf vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa jin a Zecrat a girêdayê Dêrazorê 97 komînên jinan ava kirin, her wiha bi sedan pirsgirêk çareser kirin, Meclisa Jin ji bo bilindkirina asta jinan dewreyên perwerdeyê bi rêxistin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Saziya Sadkopê bi hevkariya meclis û komên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê mazotê li şêniyan belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA