Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Minbicê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê têkildarî teqîna ku vê êvarî li Minbicê pêk hatibû daxuyanî da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Minbicê daxuyanî da
26 kanûn, 2018   20:42

NAVENDA MÛÇEYAN

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de wiha hate ogtin: "Vê êvarê saet di 20:230‘an de, li ser rêya Cizîrê mayînek bi wesayîta welatiyeke sivîl ve teqîna. Di encamê de welatiyê bi navê Fatih El-Meşhed birîndar bû. Hêzên me birîndar rakirin nexweşxaneyê û tedbîrên pêwîst ên tenduristiyê pêşkêş kirin."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan nû kir û destnîşan kir ku mîna van kiryarên newêrek hêza wan têk nabe.