Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin

Bi sedan şêniyên navaçeya Til Hemîsê ya kantonê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG‘ê Mûsa Salih El-Casim (Xesan) ku 23‘ê Kanûnê di qonaxa dawayî ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xesan bi merasîmekî girseyî hate veşartin
26 kanûn, 2018   16:39

QAMIŞLO

Girseya gel cenaze ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekê ber bi goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan şêniyên navçeyê ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir. Ji feremandarên QSD‘ê Ehmed El-Kîret axivî û got: "Heger Amerîka derket an jî ma ev tişta dawî ye ku em pê bifikrin. Ji destpêkê ve me xwe nespartiye wan. Em li ser erdê bi hêz in, lê em ne bê şerm in. siyaseteke me xurt heye. Em xwedî firk û şoreşa bi salan e û serkeftin ya me ye."

El-Kîret di berdewama axaftina xwe de got "Hêzên tarî li hemberî me şerê taybet dimeşîne. Bila her kes nas bike ku em ji bo jiyaneke azad û bi rumet xwe feda bikin."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Mihemed Xilêwî axivî û got: "Bi saya şehîdan tu gef û êrîş ne di xema me de ne, ne Erdogan û xeynî wî, bi saya şehîdan em ji tu hêz ne natirsîne."

Hevserokê Meclîsa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef sersaxî ji malbatên şehîdan kirin û got: Şehîd Mûsa jiyaneke azad canê xwe feda kir.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê wesîqeya şehîdan xwendin û radestî malbata şehîd kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA