HPG:Balafirên artêşa Tirk, Avaşîn bombebaran kir

HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker  herêma Avaşîn bombebaran kir, di encam de tu zerer li hêzên wan nebûye.

HPG:Balafirên artêşa Tirk, Avaşîn bombebaran kir
26 kanûn, 2018   11:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker  roja 25'ê kanûnê saet 11.00'an bombe li qada Mervanos a herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber bombardûmanê tu zerar negihiştiye hêzên me."