Rêveberiya Sivîl a Tebqayê: Piştî biryara Trump DAIŞ`ê çalakiyên xwe zêde kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ji DYA`yê xwest ku der barê biryara Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê de, rewşê zelal bike û teqez kir ku piştî biryara Trump şaneyên DAIŞ`ê çalakiyên xwe yên li dijî sivîlan û dibistanan zêde kirine.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê: Piştî biryara Trump DAIŞ`ê çalakiyên xwe zêde kirin
26 kanûn, 2018   11:16

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Ji Koşka Spî daxuyaniyeke nişkave der barê vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derket. Ev daxuyanî di demeke ku herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe de, hat.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku vekişîna DYA’yê dê derfetê bide DAIŞ`ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û hêza xwe kom bike û careke din herêmê bixe nava metirsiyê.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Sivîl ji rêveberiya DYA’yê xwest der barê vekişandina hêzên xwe de rewşê zelal bike û wiha hate dewamkirin: “DYA`yê destek da me û soz da ku ew ê ji bo îstiqrara herêmê destekê bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Rêxistina teror heta niha bi awayekî eşkere heye. Kom û şandeyan ava dike û di rojên dawîn de jî çalakiyên terorîst pêk anîn û dibistan û sivîl kirin hedefa xwe.”

(kc)

ANHA