El-Mehbaş: QSD dikare li pêşiya gefên li ser herêmê bisekine

Ebd Hamid  El-Mehbaş teqez kir ku QSD li pêşiya hemû cureyên terorê sekinî û bi ser ket û dikare li pêşiya gefên li ser herêmê bisekine û wiha got: "Dê QSD parastina serweriya Sûriyê bike û divê hikumeta Sûriyê jî bi erka xwe rabe."

El-Mehbaş: QSD dikare li pêşiya gefên li ser herêmê bisekine
26 kanûn, 2018   12:00

GIRÊ SPÎ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş di civîna çapemeniyê de ku li navçeya Eyn Îsa hate lidarxistin, bersiva pirsên rojnemevanan da.

El-Mehbaş wiha axivî: "Erka QSD`ê parastina serweriya Sûriyê ye, bi awayekî sereke em pişta xwe didin wê. Tevî hebûna Koalîsyona Navneteweyî li ser erdê, em pişta xwe didin hêza gel û îradeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

El-Mehbaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: "QSD`ê ji sêyan yekê xaka Sûriyê ji rêxistinên bihêz ên terorîst bi alîkariya koalîsyonê rizgar kir, hêza xwe jî heye ku her cure êrîşên li ser axa me bisekinîne. Ji erka me ye ku em parastina xaka Sûriyê bikin û parastina serweriya Sûriyê bikin û bi hemû pêkhateyên wê."

Ebd Hamid El-Mehbaş diyar kir ku Amerîka parçeyek ji Koalîsyona Navneteweyî ye û dewletên din ên ku beşdarî koalîsyonê bûne, vekişandina xwe ranegihandine û heta niha di nava hevpeymanên parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. El-Mehbaş dewam kir: "Em ji koalîsyonan sûdê werdigirin, lê em pişta xwe didin xwe û hêza xwe ya leşkerî. Em bi hikumeta li Sûriyê re şer nakin, ji erka artêşa Sûriyê ye jî ku parastina serweriya Sûriyê bike."

Der barê biryara Amerîkayê de ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, El-Mehbaş wiha got: "Helwesta Amerîkayê biryareke neyînî ye û dikeve berjewendiyên terorê û firsendê dide DAIŞ`ê ku ji nû ve refên xwe kom bike, ev yek jî xetereyê li ser hemû cîhanê çêdike.”

‘Heke êrîş pêk werin dibe ku çete ji bin kontrolê derkevin’

El-Mehbaş wiha dewam kir: "Gelek çete ji hemû nasnameyan hene, eger êrîşek pêk were dibe ku ji bin kontrolê derkevin. Eger li bajarê xwe vegerin dê teror li hemû cîhanê belav bibe û dîrok bi van mînakan dagirtî ye. Terorê derbe li Fransa, Belçîka û Ewropayê xist, ji bo wê divê hemû cîhan li pêşiya berpirsyariyên xwe li hember tunekirina terorê rabe."

Der barê tevgerên li ser asta dîplomatîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, El-Mehbaş got şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi 2 berpirsên Fransayê û şêwirmendên serokê Fransayê re hevdîtin çêkirine û teqez kir ku hêzên Fransayê dê heta dawiyê bimînin.

El-Mehbaş destnîşan kir ku li gel Rêveberiya Xweser hin derfet hene û dibe ku li ser kar bê kirin û dê bi erka xwe ya parastina xaka herêmê rabin.

(jo)

ANHA