'Parastina welat mafê me yê rewa ye’

HPC’ê destnîşan kir ku wan hêzek mezin ava kirin e û dikarin civakê biparêz in. Her wiha diyar kir ku eger herêm rastî êrîşan were wê demê ji mafê wan e civaka xwe biparêz in.

'Parastina welat mafê me yê rewa ye’
'Parastina welat mafê me yê rewa ye’
'Parastina welat mafê me yê rewa ye’
'Parastina welat mafê me yê rewa ye’
26 kanûn, 2018   07:26

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Di van demên dawî de serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan daxuyanî dabû ku wê êrîşek leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkbîne.

Girêdayî van gefan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku Tirkiye dixwaze projeya wan a demokratîk ku bi hemû pêkhateyên Kurd, Suryan, Ereb û gelên din ava kirîn tine bike.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pergala xwe ya rêveberî, xizmetguzarî, ewlekarî û civakî li hember hemû xeteriyan di serî de çeteyên DAIŞ'ê û Tirkiyê  li ber xwe dide.

Destkeftiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destxistine ji hêla hemû gelê herêmê ve tên parastin. Şêniyan xwe di nava Hêzên Parastina Civakê de birêxistin kirin. Ev hêz di destpêka Şoreş Sûriyê de hatiye avakirin.

Hêzên Parastina Civakî ji bo aramî û parastinê li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn rolek giring dilîze.

Parastina mafê me ya rewa ye!!

Fermendarê Hêzên Parastina Civakî yê navçeya Tirbespiyê Ebdulxenî Melekî diyar kir ku HPC destpêkê bi hêjmarek kêm ku ji ciwan, jin û zilaman pêdihatin ketin parastina civakê û dê niha jî axa xwe biparêzin ji ber ku ev mafê wan ê rewa ye.

Em nahêlin bûyera Şengalê dîsa dubare bibe

Endama HPC’ê Qezîfe Hesen jî destnîşan kir ku jinên Êzidî rola xwe di avakirina hêzê de lîstin e. Qezîfe diyar kir ku wan tecrûbe ji êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê li ser Şengalê girtine û da ku dubare nebe, xwe bêtir birêxistin dikin û dê civak û xaka xwe biparêzin.

‘Em soza şopandina rêya şoreşgera didin’

Ji aliyê xwe ve endama Hêzên Parastina Civakî Mihiya Cangîr got ku ew wek jinên navçeya Tirbespiyê li hember hemî gefên li dijî herêmê li berxwe bidin û diyar kir ku wan vîna xwe ji fedekariya şehîdan girtî ye û wiha pê de çû: "Îro em soza heta azadiyê şopandina rêya şoreşgerên jin didin.”

Di dawiyê de Mihiya bang li tevahiya pêkhate û şêniyên herêmê kir ku pişta xwe bidin hêzên xwe yên leşkerî û wiha domand: "Ew ên ku destpêka şoreşê de li hemberî hêzên terrorist li ber xwe didin dê niha jî li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA