Li Reqayê karekî rojane; rakirina mayinan!

Komên taybet ji bo rakirina mayinan ên bajarê Reqayê, bi kar û erkeke mezin radibin. Ev kom bê rawestan rojê 24 seat bi karê vekirina mayinan û rakirina wan mijûl dibin.

Li Reqayê karekî rojane; rakirina mayinan!
Li Reqayê karekî rojane; rakirina mayinan!
Li Reqayê karekî rojane; rakirina mayinan!
Li Reqayê karekî rojane; rakirina mayinan!
Li Reqayê karekî rojane; rakirina mayinan!
26 kanûn, 2018   07:49

 XALID EL-CUMA / REQA

Komên rakirina mayinan xwestekên şênî û hêzên leşkerî pêk tînin û dema ku bên agahdarkirin ku mayinên çandî hatine dîtin, diçin radikin.

Di meha dawîn de komên endezyariyê 16 mal li taxên Reqayê, 19 cihên giştî û 4 dibistan paqij kirin û 72 mayin, 39 roket, 2 bombe û 14 mayinên çandî rakirin.

Dema ku mayineke çandî tê dîtin, xwesteka rakirinê ji Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê û ji Komîteya Hundirîn tê kirin, komên endezyariyê û komîte xwesteka şêniyan pêk tînin û noqte û malan paqij dikin.

Piştî DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê li Reqayê têk çû, bi hezaran mayin li tax, cihên giştî, dibistan, avahî û nexweşxaneyan li şûna xwe hiştin.

Xalid El-Ehmed ji endamên komên endezyariyê yên rakirina mayinan li Reqayê got heta rakirina mayinan bi dawî dibe dê karê xwe berdewam bikin. El-Ehmed destnîşan kir rojane ji 5 heya 8 xwestek ji aliyê şêniyan ve ji bo kom biçe mayinan veke, tên kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê 4 şehîd ji Reqayê di dema rakirina mayin de dane.

ANHA