Roj bi roj piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe

Bi sedan şêniyên navçeyên Şedadê, El-Hol, EL- Erîşe û Merkede yên girêdayî Hesekê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

Roj bi roj piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe
Roj bi roj piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe
Roj bi roj piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe
Roj bi roj piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe
Roj bi roj piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe
Roj bi roj piştgiriya çalakiya Leyla Guven zêde dibe
25 kanûn, 2018   17:48

HESEKÊ

Konê çalakiyê li navçeya Şedadê hate vekirin.

Çalakvanan êlekên spî ên wêneyên Rêber Ocalan li ser li xwe kirin û Wêneyên Parlementera girtî Leyle Guven di hundir  kon de û pankartên li ser nivisîne " Na ji Osmaniyên nû re "hatine daliqandin.

Di çalakiyê de bi navê nûnerên 4 navçeyan axaftin hatin kirin  û hat gotin dewleta Tirk bi kiryarên xwe li hember gelên herêmê tevahî qanûnên navdewletî binpê dike û ev yek jî wê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve bibe.

Çalakvanan bi siloganên bijî berxwedana Lele Guven , bijî Rêber Ocalan û biratiya û Fesefeya Neteweya Demokratîk xurt dike, çalakî bi kelecan kirin.

Çalakvan Mihemed Ebdullxelef got:”Dema Rêber Ocalan di  rêya azadiyê de  meşiya gelek astengî dîtin, lê tu carî gav bi şûn de neavêt. Her wiha çalakiya Leyle Guven jî nîşaneya ruhê şoreşger ê jina azad e.

Ji aliyê xwe ve jî, Emel Mihemed da zanîn ku nameya vê çalakiyê gihandina dengê jinan ji cîhanê re ye û wiha dewam kir:”Em li pişt rêberê xwe dimeşin û em piştgirî didin çalakiya Leyla Guven a ji bo azadiya Ocalan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye.”

Hêjayî gotinê ye ku gireva birçîbûnê li Şedadê dê heya sibe berdewam bike.

Leyla Guven ev 49 roj in ji  bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye.

(ekîb)

ANHA