Almaz Romî: Bi birêxistinkirinê em ê terorê tune bikin

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Herêma Firatê Almaz Romî destnîşan kir ku gefên dagirkeriya Tirk di serî de jinan dikin hedef û bang li jinên herêmê kir ku li pêşiya gefên Tirkiyê bisekinin.

Almaz Romî: Bi birêxistinkirinê em ê terorê tune bikin
25 kanûn, 2018   08:27

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan hîna gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Der barê mijarê de endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Herêma Firatê Almaz Romî destnîşan kir ku divê gelê herêmê û taybet jin xwe bi rêxistin bikin, ji ber ku bi birêxistinkirinê dê dawiya terora Tirkiyê were.  

Almaz diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ji van gefan şikandina îradeya gelê berxwedêr e û bi taybet dixwazin îradeya jinan bişikînin, ji ber ku şoreşa Rojava bi navê jinan tê naskirin û wiha got: "Jinan şoreşa Rojava bi rê ve bir û gelek serkeftinên mezin di aliyê siyasî, leşkerî û diblomatîk de pêk anîn. Têkoşîneke mezin li hember çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn û çalakiyên fedayî mîna têkoşer Arîn, Rêvan û Avesta pêk anîn.”

Almaz bêdengiya navneteweyî ya der heqê gefên Tirkiyê yên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û wiha got: "Ev bêdengî hevkariya hemû cîhanê bi dagirkeriya Tirkiyê re ku hewl dide îradeya gelan bişikîne, dide diyarkirin."

Almaz teqez kir ku tu carî gelê herêmê pişta xwe neda hêzên derve û bi saya lehengiya şervanên xwe herêm ji terorê rizgar kirin.

Almaz bang li hemû gel û jinan kir ku hevkariyê bi hev re bikin û xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi birêxistinkirinê em ê terorê tune bikin."

(jo)

ANHA