Sûq El-Hal bûye tora alîkariyê ji bo Bakurê Sûriyê ye

Sûq El-Hala Reqayê çavkaniya sereke ji bo birin û anîna sebze û fêkiyan li bajarê Reqayê û hemû herêmên Bakurê Sûriyê ye, lê bi hatina demsala zivistanê û kêmbûna hilbirînê îsal nirxê fêkî û sebzeyan bilindtire. 

Sûq El-Hal bûye tora alîkariyê ji bo Bakurê Sûriyê ye
Sûq El-Hal bûye tora alîkariyê ji bo Bakurê Sûriyê ye
Sûq El-Hal bûye tora alîkariyê ji bo Bakurê Sûriyê ye
Sûq El-Hal bûye tora alîkariyê ji bo Bakurê Sûriyê ye
25 kanûn, 2018   08:05

XALID EL-CUMA / REQA

Xwediyên dikanên bazirganiyê li sûka El-Halê xwest rêyên di hundirê sûkê de sererast bikin ji ber ku bûye cihê kombûna erebeyên ku ji Qamişlo, Hesekê, Minbic, Dêrazorê û gelek herêmên Bakurê Sûriyê.

Rojane xwediyên dikanên bazirganiyê berê xwe didin Sûq El-Hal ku fêkî û sezbeyan bikirin û di dikanên xwe de bifiroşin. Li gorî rewşa şêniyên li Reqayê û gundên wê, xwediyên dikanan sûdên sembolîk qezenc dikin.

Sûq El-Hal derfetên kar ji gelek ciwanên bajarê Reqayê re peyda dike, ji ber nirxê fêkî û sebzeyan li Sûq El-Halê ji dikanên derve erzantir e, rojane bi sedan şênî berê xwe didin sûkê ku pêdiviyên xwe rojane bikirin.  

Yek ji ajokarên erebeyên barkirinê Ibrahîm El-Asî ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Em zehmetiyê di rêya ku ji navçeya Eyn Îsa heta Reqayê diçe dibînin, ji ber ku kort tê de pir in.”

Ibrahîm El-Asî bang li Şaredariya Gel a Reqayê kir ku rêya sereke ku diçe Hesekê, Kobanê û Minbicê sererast bikin.

Her wiha yek ji dikandarên Sûq El-Halê Mehmûd El-Necar wiha got: "Dema ku baran dibare, Sûq El-Hal tijî ax û gemar dibe û ev yek ji sebze û fêkiyan re ne baş e, divê şaredarî herî kêm di hefteyeyê 2 caran qada sûkê paqij bike."

Bazirganan diyar kir ku rojane lîsteya nirxan li Sûq El-Halê tê guhartin û rojane nirx dadikeve.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a bajarê Reqayê ji bo zîftkirina bajarê Reqayê heta dîroka 1/4/2019 taloq kir, ji ber barîna baranê zêde ku nabe madeya isfilt a sererastkirina rêyan di zivistanê de bê  kirin.

(jo)

ANHA