Tsunamiya Endonezya yê; hêjmara kesên mirî gihişt 429’an

Hêjmara kesên ku di tsunamiya Endonezya yê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 429 kesan, heman demê de ji ber pêlek din a teqîna volkanê çiyayê Anak Krakatoa hişyarî tsunamiyek nû hat dayîn.

Tsunamiya Endonezya yê; hêjmara kesên mirî gihişt 429’an
25 kanûn, 2018   07:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Endonezya yê di roja şemiyê de volkan li çiyayê Anak Krakatoa yê li girava Sumatra teqiya. Di encama teqîna volkanê de tsunamî rû da. Hêjmara kesên ku di tsunamiyê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 429’an. Hat diyarkirin ku 154 kes heta niha winda ne.

Li herêmê xebatên xilaskirinê berdewam in, heman demê de navenda koordinasyona felaketan ji ber ihtimala tsunamiyek nû hişyarî da.

Rayedaran bang li gel kir ku ji herêm û xebatkaranên lêgerîn-xilaskirinê dur bikevin.

Di sala 2004’an de dîsa li girava Sumrata erdhejek bi mezinahiya 9.3 rûdabû. Erdhej bibû sedema di pervanên Okyanusa Hind ê de tsunamî yê. Bi giştî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji vana 168 hezar kes ji Endonezya yê bûn.