Çeteyên Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikin hedef

Îro di saetên sibê de çeteyên dewleta Tirk navendên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li ser xeta El-Sacûr kirin hedef.

Çeteyên Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikin hedef
25 kanûn, 2018   07:34

MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk beriya saetekê nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên gundewarên bajarê Minbicê yên li ser sînorê xeta El-Sacûr bi çekên giran kirin hedef. Her wiha diyar kir ku topbaran nêzî 30 deqeyan berdewam kir.

Li gorî agahiyan rewşa herêmê niha aram e.

Ji aliyekî din ve jî gundê El-Mehsenlî yê dibin dagirkeriya dewelta Tirk a dagirkerû çeteyên wê de ku çete ji wê derê êrîşên xwe pêk tînin, çûn û hatin hatiye qedexekirin.

(bx)

ANHA