Di êrîşa Kabulê de 43 kes mirin

Li paytexta Afganistanê Kabul ji ber teqîn û gulebaran li ber navenda hikumetê 43 kes hatin kuştin.

Di êrîşa Kabulê de 43 kes mirin
25 kanûn, 2018   07:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Afganistanê Kabulê li pêşiya avahiya hikumetê erebeyeke bombebarkirî teqiya, paşê hindek kesên çekdar û nenas derbasî avahiyê bûn û gule li hêzên taybet ên Afganistanê ku parastina kesayetên di hikumetê de dikin, reşandin. Gulebaranê di navbera çekdar û hêzên ewlehiya Afganîstanê de çend saetan dewam kir.

Ajansa nûçeyan AFP’ê li ser navê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di encama gulebaranê de 43 kes hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wehîd Mecrûh diyar kir ku di encama êrîşa li ser buroyên Wezareta Karûbarên Giştî û Karûbarên Civakî de 10 kes birîndar bûne.

(bx)