‘Li pişt biryara hikumeta Kurdistanê AKP heye’

Endamê Koordînasyona Giştî ya TEV-DEM’ê Mihemed Şêxo destnîşan kir ku serkeftina doza kurdî girêdayî yekitiya aliyên Kurd, di bin sîwana kongreya neteweyî ya Kurdistanê de ye. Her wiha bal kişand ku girtina buroyên tevgerê nayên qebûlkirin ji ber ku tenê xizmeta dijminan dike.

‘Li pişt biryara hikumeta Kurdistanê AKP heye’
‘Li pişt biryara hikumeta Kurdistanê AKP heye’
25 kanûn, 2018   07:29

MIHEMED EBDO / HELEB

Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mihemed Şêxo, girtina buroyên Tevgera Azadî ji aliyê rêveberiya başûrê Kurdistanê ve şermezar kir û diyar kir ku ev biryar li ser pêşeroja doza Kurd bi xeter e.

Şêxo daxuyand ku divê di vê pêjavoya hesas de aliyên Kurd di bin sîwana kongreya neteweyî de li ser maseyê rûnin û yekitiyê di nava hêzên xwe de ava bikin. Serkeftina doza Kurdî bi yekitiya aliyên Kurd pêkan e û wiha got: “Da ku em bigihîjin formekî ku destkeftiyên gelê xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin."

‘Biryara girtina buroyan, girêdayî biryara Amerîkayê ya der heqê 3 pêşengên Kurd de ye’

Mihemed Şêxo anî ziman ku wextê girina buroyên TEV-DEM’ê ku di heman wextî de biryara Amerîkayê ya der heqê 3 şoreşgerên endamên PKK’ê de ne tesaduf e û wiha pê de çû: “Pir bi awayekî vekirî tê dîtin ku ev binpêkirin û biryar berdewama komploya navdewletî ya li dijî doza Kurd û Kurdistanê ye.”

Mihemed Şêxo di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser biryarê û wiha axivî: “Em bawer dikin ku li pişt vê biryarê AKP heye. Ev biryar bi xwesteka konsolosê Tirkiyê yê li Erbîlê pêk hatiye. Ew dixwazin fitneyan di navbera aliyên Kurd de çêbikin, da ku şerekî Kurd-Kurd biafirînin.”

‘Ev biryar xizmata doza Kurd nake’

Mihemed Şêxo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya danûstandinên aliyên kurdî û wiha got: “Ev biryar xizmeta yekitî û hêviyên doza Kurd nake. Çawa em ê li rex dijimin bisekinin di dema ku em dikarin bi rûniştinekê nakokiyên xwe nîqaş bikin. Ya herî girîng ew e ku em hêviyên gel pêk bînin. Ji ber ku berpirsyariya dikeve ser milê me ne hêsan e, serkeftina me di yekitiya me de ye."

(şx)

ANHA