‘Em pişta xwe bi tu hêzên derve ve girênadin’

Pêkhateyên bajarê Hesekê yên tevlî konê çalakiyê bûne teqez kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biratiya gelan hedef digire û gotin,"Em tucarî pişta xwe bi tu hêzên ji derve ve girê nadin, hêz û îradeya me heye."

‘Em pişta xwe bi tu hêzên derve ve girênadin’
24 kanûn, 2018   10:46

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina tecrîd girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya parlementera HDP`ê û Hevseroka KCD`ê Leyla Guven konê çalakiyê vedane. Pêkhateyên ku tevlî konê çalakiyê bûn, li ser gefên Tirkiyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide biratiya gelan têk bibe.

Welatiyê bi navê Abdullrezaq Ehmed ku ji pêkhateyên Erebe diyar kir ku ew bi armanca parastina destkeftî û xaka welatê xwe tevlî çalakiyê bûye û wiha got: “Ew amedene ku hertiştê xwe bikin fedayî axa xwe. Em gef û êrîşên li ser axa xwe qebûl nakin.”

Ehmed teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker bi gefên xwe ne tenê gelê Kurd lê belê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û her kes baş dizane ku Ereb, Kurd, Suryan û Asûr bi hevre di bin banê biratiya gelan de dijîn.

‘Em tu carî derfet nadin ku biratiya gelan xirab biki’

Sûzan Şîba ya ji pêkhateyên Asûr jî destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin. Her wiha diyar kir ku ew ê bi jiyana hevbeş a li herêmê bersiva gefan bidin û heta dawiyê bi îradeya xwe li ber xwe bidin.

Sûzan got,"Em tu carî derfet nadin dewleta Tirk a dagirker ku biratiya gelan xirab bike”

 ‘Em pişta xwe bi tu hêzên derve girênadin..îradeya me heye‘

Ferhan Daûd ê ji pêkhateyên Kurd e got ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî wan dixwe, her car gelê Kurd û bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef ji ber li van herêman hemû pêkhate û mezheb bi hev re dijîn.

Daûd derbarê vekşandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ev tişt anî ziman: "Dema ku Amerîka derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, ji bo berjewendiyên xwe derbas bû. Îro jî dibêje ku ew ê hêzên xwe ji Bakur û  Rojhilatê Sûriyê vekşîne. Divê hemû gelê herêmê tu carî pişta xwe bi tu hêzên derve girênede. Em tu carî pişta xwe bi tu hêzan ve girênadin ji ber ku îrade û hêza me heye."

Di dawiyê de Ferhan Daûd teqez kir ku dê gelê herêmê bi îradeya xwe li dijî dagirkeriyê bisekin in û got ku ew ê bi şervanên YPJ/YPG û QSD`ê re heta dawiyê li ber xwe bidin.

ANHA