Şaredariya Hesekê ji bo çêkirina rê soz da

Şêniyên taxa El-Miftî "El-Dahiyê" ji şaredariya Hesekê xwestin ku rêyên ax ên di demsala zivistanê de dibe herî sererast bike. Şaredariyê jî diyar kir ku ji bo sala were projeya çêkirina rê di plansaziya wan de heye.

Şaredariya Hesekê ji bo çêkirina rê soz da
Şaredariya Hesekê ji bo çêkirina rê soz da
Şaredariya Hesekê ji bo çêkirina rê soz da
24 kanûn, 2018   09:55

ŞEVÎN HESEN/HESEKE

Taxa El-Muftî "El-Dahiye" dikeve rojhilatê bajarê Hesekê. Rêyên wê di demê Rejîmê de jî  heta niha nehatine çêkirin. Şêniyên taxê ev çend salin di demsala zivistanê de ji ber barîna baranê di nava heriyê de dimînin û di çûn û hatinê de zehmetiyan dibînin.

Şêniyên taxê bi rêya ajansa me ANHA`yê bang li şaredariyê kirin da ku pirsgirêka wan çareser bikin û rêyan îsfelt bikin.

Yek ji şêniyên taxê Delal Îbrahîm got ku  dema baran tê herî çêdibe û ji ber wê jî nikarin ne ji malên xwe derkevin û ne jî di kolana de bimeşin.

Delal destnîşan kir ku, şaredariya gel kevirên hûr li ser rêyê danîn lê bi vê yekê pirsgirêk nehat çareserçkirin û bang li şaredariyê kir ku pirsgirêka wan çareser bike.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Derar Îbrahîm jî got, di demsala zivistanê de rewşa taxê pir ne başe û ji bo bimeşin kîsên plastîk dixin bin piyê xwe.

Îbrahîm destnîşan kir ku di demsala Havînê de jî kolan hertim toz e.

Şaredariya Gel a Rojhilatê bajarê Hesekê diyar kir ku wan beriya demekê 3 proje ji bo taxa El-Dahiyê dabûn destpêkirin. Ji wan du projeyên kenalîzasyonê û reşandina kevirên hûr li taxê ye.

Her wiha xebatkarên şaredariyê teqez kirin ku wan projeya îsfeltkirina rêyên taxê xistine nava pojeyên sala were.

(ekîp)

ANHA