Ebdulkerîm ê 53 salî, ji bo parastina axa xwe çek hildaye

Ebdulkerîm Hedliye ku 53 saliye, li rexma temenê xwe yê mezin jî ji parastina axa xwe di nava hêzên HPC’ê de bi dilxwazî çek hildaye. Ebdulkerîm dibêje "Azadiya heyî bi saya têkoşîna vî gelî hatiye bi destxistin, lê hêzên derve di serî de Tirkiye dixwaze wê azadiyê têk bibe. Ji lew re divê hemû kes çekan rakin û xaka xwe biparêzin. Ji ber ku xak şeref, rûmet û hebûn e."

Ebdulkerîm ê 53 salî, ji bo parastina axa xwe çek hildaye
24 kanûn, 2018   09:46

EKREM BERAKAT/QMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî li Rojava di desrtpêka Şoreşa Sûriyê de hate ava kirin, ew hêzek sivîl e û stûnek ji stûnên pergala neteweya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Piştî ragihandina Şoreşa 19'ê Tîrmehê sala 2012'an xwe birêxistin kir û rolek mezin di parastina destkeftiyên şoreşê de li rex hêzên leşkerî lîstiye.

Ebdulkerîn Hedliye (53) ji şêniyên navçeya El-Xerbî ya bajarê Qamişloyê ye û endamekî Hêzên Parastina Civakî ye. Di girûpekî girêdayî HPC’ê ku ji 5 endaman pêk tê cihê xwe digire.

Ebdulkerîm rojane, tevî endamên girûpê radihêje çeka xwe, bi cilê kar diçe ser kar. Li gel ku ji lingê xwe yê çepê astengdare jî berê xwe dide bendên kontrolê û bi erkê parastina taxê radibe. Girêdayî mijarê Ebdulkerîn wiha got: "Ez civaka xwe diparêzim. Civak bi saya fedekariyên mezin ên zarokên me rizgar bûye. Vîna me mezin e ji ber ku cara yekê ye ku me bi rêya yekîtî û bi hemû pêkhateyan me azadî bi destxistiye. Parastina deskeftiyan erka me ye."

Bi rûyekî kenûk şêniyan pêwazî dike

Ebdulkerîm bi rûyê kenok şêniyan û kesên ku derbasî taxê dibin pêşwazî dike û dibêje: "Azadiya heyî bi saya têkoşîna vî gelî hatiye bi destxistin. Lê hêzên derve mîna Tirkiyê dixwazin wê azadiyê têk bibin. Ji ber wê divê hemû çek rakin û xaka xwe biparêzin, ji ber ku xak şeref, rûmet û hebûn e."

Ebdulkerîm diyar kir ku beriya vê Tirkiyê herêm dagir kir, xêr û bereketa wê talan kir, zarok, jin û heta têkoşerên wê kuşt û wiha pê de çû: "Êdî em nahêlin ku carek din dubare bibe. Me êrîşî tu kesî nekiriye. Lê em amade ne xwe û xaka xwe li hember her êrîşekê biparêzin. Di pêvajoya heyî de kedek mezin ji gelên herêmê tên xwestin."

Di dawiyê de Ebdulkerîm bang li şêniyên herêmê kir ku xwe birêxistin bikin û li hember her êrîşekê herêmên xwe biparêzin. Di nêrîna wî de civaka ku nikare xwe biparêze, kes nikare wê biparêze û cara yekê ye ku gel ewqas destkeftî bidest xistiye ji lew re divê werin parastin.

(şx)

ANHA