Şêniyên Minbicê: Dema DAIŞ’ê em serjêdikirin Tirkiye li ku bû ?

Şêniyên bajarê Minbicê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û gotin ku ew amadene li hemberî her êrîşan bisekin in û wiha gotin: “Dema DAIŞ’ê serê me jê dikir Tirkiye li ku bû?”

Şêniyên Minbicê: Dema DAIŞ’ê em serjêdikirin Tirkiye li ku bû ?
24 kanûn, 2018   09:17

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek zêde dibin. Ji 12’ê kanûnê roja ku Tirkiyê gefên dagirkirinê kirî heta niha gelên herêmê li ser piyan in û çalakiyên cur be cur li dardixin.

Şêniyên bajarê Minbicê girêdayî gefên Tirkiyê nêrînên xwe bi ajansa me ANHA’yê re parve kirin. Şêniyan teqez kir ku ew amade ne xaka xwe li hemberî her êrîşkî biparêzin.

‘Em destwerdana Tirkiyê qebûl nakin’

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Hesen got: "Em li Minbicê bi hemû pêkhateyên wê re wek malbatekî dijîn. Em destwerdana Tirkiyê qebûl nakin. Gelê dema ku çeteyên DAIŞ’ê û “Artêşa Azad” li qadan gel serjê dikir dewleta Tirk li ku bû?”Ehmed teqez kir ku şêniyên herêmê amadene bajarê xwe biparêzin û wiha domand: "Amerîka derdikeve bila derbikeve.Em amedene ku ax û bajarê xwe biparêzin. Ev demek kine Amerîka derbazî vê xakê bûye, lê em xwediyê vê axê ne.”

‘Niha dem dema li dijî dagirkirinê sekinîn e’

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mehmûd Abdullah jî destnîşan kir ku ew ê li dijî her gefekê yan jî dagirkirinê bisekin in, ji ber ku gelê herêmê bi aştî û aramiyê re ne û xaka wan ji bo wan pir buha ye. Abdullah wiha domand: "Di vê pêvajoyê de tişta ji gel tê xwestin li dijî dagirkeriyê bisekin in.”

‘Tu karê dagirkeran li vir tune’

Şêniyê bi navê Ibrahîm El-Setaf jî teqez kir ku ew gefên Tirkiyê red dike û ev tişt anî ziman: "Me gelek gefên wisa bihîstiye. Lê em ê heta dilopa xwîna dawî xaka xwe biparêzin. Ma em ê bajarê xwe ji kê re bihêlin. Karê çete û dagirkeran li vir tune ye.”

El-Setaf axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Em gelê Minbicê amadene li dijî dagirkeriyê çekan rakin û xaka xwe biparêzin.”

(şx)

ANHA