Jinên Dêrazorê aboriya xwe xurt dikin

Bi armanca xurtkirina rola jinê di warê aborî de û peydakirina derfetên kar ji bo jinên herêmê, Meclisa Jin a El-Cezerat koopretîfek vekir.

Jinên Dêrazorê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Dêrazorê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Dêrazorê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Dêrazorê aboriya xwe xurt dikin
Jinên Dêrazorê aboriya xwe xurt dikin
24 kanûn, 2018   08:46

BETÛL  EL-ŞÊX/ DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê jinan, dema ku herêm dagir kirin, rola jinê di civakê de rakirin, mafê û azadiya wê  binpêkirin. Heman demê de jin di sûkan de difirotin. Piştî ku QSD’ê herêm ji çeteyan paqij kir, bi rêya Rêveberiya Xweser jin ji koletiya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Êdî jin tevlî rêveberî, aborî û jiyanê bû. Xebatên ji bo pêşxistin û di civakê de aktifkirina jinan berdewam dikin.

Ji ber ku çandinî, edalet, aborî û hemû hîmên jiyanê ji aliyê  jin ve hatiye danîn, Meclisa Jin a El-Cezerat a Dêrazorê qadên kar û xebatê ji jinan re vekir. Niha jî firinek bi şêwaza koperatîf ji jinan re hat vekirin.

Firina El- Cezerat 5 jin kar dikin. Jin ji seet 07.00 heya 09.00’an dixebitin. Firin rojane nêzî 3 ton nan derdixe. Heman demê de aşên derdorê jî ard ji firinê re peyda dikin.

Kîsê nan bi 85 LS’an ji herêmên din kêmtir tê firotin. Qezencên firinê bi awayekî wekhev li ser kedkaran tê belavkirin.

‘Em bi rihê hevpar kar dikin’

Girêdayî xebatê kadkara bi navê Rewda El-Ewad destnîşan kir ku ew bi rihê kolektîf dixebitin û got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê herêm dagir kirin, bi zanabûn tevlihevî di navbera me de belav dikirin. Lê îro piştî rizgarkirinê, niha jî em bi rihê hevkariyê û jiyana hevpar, li firinê kar dikin.”

Rewda destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê, jin ji rola wê durdikir, bêpar dihişt û wiha got: “Firin ji bo jinan derfetek kar e û dê aboriya xwe xurt bikin.”

Rewda di dawiya gotinên xwe de spasiya Meclîsa Jin a Dêrezorê kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em spasiya Meclîsa Jin dikin, ji ber pêşxistina projeyên xurtkirina aboriya jinan.”

(şx)

ANHA