ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.12.2018
24 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî li herêma Serêkaniyê di roja 6`an de dewam dike. Her wiha konê çalakiya birçîbûnê ku li bajarê Hesekê bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya Leyla Guven hatiye vedan, dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Halim Seidûn re dixwazin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrînê derbarê rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û bang li rêxistinên mirovahî û cîhanî kirin ku bi erka xwe derbarê rakirina tecrîda li ser Ocalan rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Minbicê gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û teqez kirin ku ew amad ne bersivê bidin.

POLÎTÎKA

- Şêx êla El-Sabxa ya Tebqayê got: "Tu ferq di navbera gel Kurd, Ereb û Suryan tune ye û em hemî Sûrî ne. Me hemû şahî û şînên xwe bi hev re derbas kiriye. Her êrîşek li dijî pêkhateyekê, ew êrîşek li dijî Sûriyê ye."(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên bajarê Hesekê yên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne, gefên Erdogan şermezar kirin û teqez kirin ku çi dibe bila bibe dê têkoşînê bidomînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi armanca geşkirina aboriya jinê û peydakirina derfetên kar ji jinên herêmê re, Meclisa Jinê ya El-Cezrat firneyek vekir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Xwendekarên herêma Cizîrê, li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê saet 15:00 meşekê lidar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Endamê Hêzên Parastina Civakî Ebdulkerîm bi rûyekî kenûk şêniyan pêşwazî dike û dibêje: "Azadiya heyî bi saya têkoşîna vî gelî hatiye bi destxistin, lê hêzên derve di serî de Tirkiyê dixwaze wê azadiyê têk bibe. Ji lewre divê hemû çek rakin û xaka xwe biparêzin. Ji ber ku xak şeref, rûmet û hebûn e."

-Yek ji koçberên kampa El-Cerbû ya belavbûyî, got:”Em ji mirinê reviyan, lê mirin li peyî me tê.” Koçber dixwaze bi vê gotinê balê bikşîne ser rewşa kampê ji ku aliyê rêxistinan ve hatiye paşguhkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên taxa El-Miftî ji Şaredariya Gel xwestin ku pirsgirêka rêya wan çareser bike. Lê şaredarî jî got di sala nû de wê rêya wan qîr bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA