Ciwanên Minbicê:Li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin

Ciwanên Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Minbicê meşek bi meşeleyan lidar xistin û gotin:" Li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin.”

Ciwanên Minbicê:Li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin
Ciwanên Minbicê:Li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin
Ciwanên Minbicê:Li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin
Ciwanên Minbicê:Li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin
Ciwanên Minbicê:Li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin
23 kanûn, 2018   18:18

MINBIC

Ciwan li pêşiya nexweşxaneya Firat kom bûn û ji wir ber bi lîstgeha El-Beledî ve ya nava bajêr ve meşiyan. Ciwanan pankêrtên" Gelên Bakurê Sûriyeyê gefên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar dikin","Bi pêşengtiya jina ciwan serî hilde û li hember faşzma Tirkiyeyê ber xwe bide" û alên ciwanan û Meclisa Leşkerî ya Minbicê rakiribûn. Her wiha ciwanan siloganên bijî berxwedan QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê beriz kirin.

Meş li Lîstîgeha El-Beldî veguhrî mitingê. Hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihsin El-Casim axivî û got:”Ciwan ji bo berxwedana li hember êrîşên li dijî bajarê wan amade ne.

Mihsin El-Casim got:”Hêzên ku DAIŞ`ê têk birin, dikarin hemû hêzên dagirker jî têk bibin.”

Miting bi bilidkirina siloganên “bijî berxwedan” bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA