Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin

Şêniyên gundewarên rojava yên Dêrazorê 4 şervanên QSD`ê yên di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a li gundê Ebû Xeşeb oxir kirin.

Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Li Dêrazorê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
23 kanûn, 2018   17:37

DÊRAZOR

Şêniyên gundên Kesrat û El-Cezre yên Dêrazorê şervanên QSD`ê Ebdulkerîm El-Deham(Îzêl Firat),  Ebdulhemîd (Quseyî Cezre), Ehmed El- Nesarî (Awres) û Ebdilferc El- Hisên ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, oxir kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin hate destpêkirin. Piştre bi navê QSD, Meclîsa Jinan a El-Cezrat, Meclisa Malbatên Şehîdan, MSD û YPG`ê axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên Şehîdan kirin û bal kişandin ser berxwedan û fedayîbûna şehîdan li hember terorê.

Piştre wesîqeta her çar şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, şehîd bi tiliyên dayîkan û siloganên şehîd namirin hatin oxirkirin.

(ekîb)

ANHA