Eyşe Efendî: Em bi îrade û hêza xwe ya xweser bawer in

Ji rêveberên TEV-DEM`ê Eyşe Efendî di çalakiya mertlên zindî de axivî û got:" Gelên herêmê baweriyê  xwe tenê bi îrade û hêza xwe ya xweser tînin.”

Eyşe Efendî: Em bi îrade û hêza xwe ya xweser bawer in
Eyşe Efendî: Em bi îrade û hêza xwe ya xweser bawer in
23 kanûn, 2018   17:55

KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên gelan roj bi roj zêde dibin.  

Di vê çarçoveyê de, çalakiya mertalên zindî ku 17`ê vê mehê de li gundê Qere Mux ê rojhilatê bajarê Kobanê  hatibû destpêkirin, dewam dike.

Çalakî di roja 7`an de bi beşdarbûna  nûnerên Partiyên siyasî yên Kobanê û bi sedan şêniyên kantonê berdewam e.

Ji rêveberên TEV-DEM`ê Eyşe Efendî di çalakiyê de axivî û got: Gelê Kurd bi berxwedana Kobanê re muhra xwe li dîrokê xist, em ê vê carê jî ger êrîş hatin ser axa me berxwedaniyê bikin û gelên herêmê baweriya xwe  tenê bi hêz û îradeya xwe heye.”

wiha Efendî di berdewamiya axaftina xwe de teqezî li ser berdewamiya têkoşîn û berxwedana gel li hember gefên Tirkiyeyê kir.

Çalakiya mertalên zindî dewam dike.

(ekîb)

ANHA