'Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dê dest jê nayên berdan'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mehbaş teqez kir ku destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin di bin kîjan şertan de be dest jê nayê berdan.

'Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dê dest jê nayên berdan'
'Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dê dest jê nayên berdan'
'Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dê dest jê nayên berdan'
'Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dê dest jê nayên berdan'
'Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dê dest jê nayên berdan'
'Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dê dest jê nayên berdan'
23 kanûn, 2018   17:17

DÊRAZOR

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê ya dawî bi endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û komîteyên wê re civiya.

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mehbaş di civînê de axivî û destnîşan kir ku armanca civînê ew e ku karûbarên giştî gotûbêj bikin û bi şênî û rûsipiyên herêmê re rûnin.

El-Mehbaş wiha domand:"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Tirkiyê bi awayekî neyînî mudexeleya Sûriyê kiriye. Wê teror bi çek kir û derbasî herêmê kir. Me hewl da DAIŞ'ê ji herêmê biqewrînin. Biryara DYA'yê dikeve xizmeta şaneyên terorê û berjewendiyê Rûsya, Tirkiyê û Îranê. Divê em wefedarê hemû destkeftiyên ku me bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine bin û  destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin di bin kîjan şertan de be dest jê nayê berdan. Ji ber wê ji me tê xwestin ku her yek di saziya xwe de bixebite û bi awayekî erênî rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze.”

El-Mehbaş di berdewama gotinên xwe de got:"Xeta sînor a ku Tirkiyê qala wê dike, xaka Sûriyê ye. Em dizanin ku dijmin hertim dixwaze deskeftiyên me têk bibe. Tirkiyê ragihandibû ku wê di nav du rojan de êrîşî herêmê bike, piştre daxuyanî dide û dibêje piştî çend mehan êrîş bike. Ev teqez dike ku ev şerekî siyasî û derûnî ye li dijî gelê me ye. Ji lew re divê gel hişyar be bi îdia û daxuyaniyan neyên xapandin. Em di avakirina Dêrazorê de berdewam in û em ê desteka tê xwestin pêşkêş bikin."

Paşê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Rohlat Arif axivî û da zanîn ku wan tecrûbe ji şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn girtine.

Di dawiya civînê de, beşdaran jî derbarê rewşê de nêrînên xwe anîn ziman û pirsên xwe kirin.

(şx)

ANHA