‘Em ê bi hemû pêkhateyên xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin’

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefên deweleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

‘Em ê bi hemû pêkhateyên xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin’
‘Em ê bi hemû pêkhateyên xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin’
‘Em ê bi hemû pêkhateyên xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin’
23 kanûn, 2018   12:59

QAMIŞLO

Helwestên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Li hemû herêmê çalakî û xwepêşandan têne lidarxistin.

Şêniyên navçeya Çilaxa bi heman armancê meşek li dar xist. Bi yek dengî şêniyan dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red kir.

Meş ji qada navendî ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de alên QSD, YPG û pankartên bi nivîsa "Na ji terora Erdogan re” û “Bijî biratiya gelên Sûriyê" hatin hildan.

Meş li qada navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de yek ji rêveberên PYD`ê Sirûr Şetî axivî û destnîşan kir ku şervanên QSD, YPJ/YPG`ê li dijî hemû hêzên terorîst li Sûriyê sekinîn û li ber xwe dan, hemû planên dijmin pûç kirin û bang li hemû gelan kir ku li dijî gefên Erdogan yekitiya xwe ava bikin.

Şetî diyar kir ku ew tu carî derfet nadin tu kesî ku xaka wan dagir bike û bang li hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ku li dijî gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta dawiyê bisekinin û li ber xwe bidin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.

ANHA