Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin

Pêkhateyên bajarê Hesekê di bin konê çalakiya greva birçîbûnê de kom bûn û diyar kir ku dê di rêya xwe ya têkoşînê de dewam bikin.

Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin
23 kanûn, 2018   13:06

HESEKÊ

Kongreya Star û PYD`ê konê çalakiya greva birçîbûnê ji bo tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven ku ev 47 roj e di greva birçîbûnê de ye, li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê vedaye.  

Di çalakiyê de 250 kes ji hemû pêkhateyên bajarê Hesekê û endamên saziyên wê, beşdar bûne.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso axivî wiha got: "Em xwe radestî dagirkeriya Tirk nakin, em ê di çalakiya xwe de dewam bikin heta ku daxwazên Leyla Guven pêk werin."

Şêrîn teqez kir ku hemû dewlet dixwazin fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îradeya gelan tune bikin û wiha got: "Em dibêjin kes nikare îradeya me û projeya me ku ji fikr û felsefeya rêberê me Ocalan têk bibe."

Li aliyekî din fermandarê QSD`ê Şiyar Hesekê çalakiya grevê silav kir û wiha got: "Armanca gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku projeya rêveberiya xweser û biratiya gelan têk bibe, lê bi îradeya me ya ku gelê me yê berxwedêr û sekinandina wan bi me re di eniyan de, em ê parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine standin, bikin."

Endama Kongreya Star Inûd Qirû jî wiha got: "Em piştgiriya Leyla Guven dikin, azadiya rêberê me azadiya me ye, em teqez dikin ku wek jin em ê berxwedana xwe dewam bikin."

Tê payîn ku çalakiya kon 2 rojan dewam bike û çalakî bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

(jo)

ANHA