Şêxên Reqayê: Kesên durist li ser axa welatê xwe ne

Rûspî û şêxên êlên li bajarê Reqayê destnîşan kir ku kesên durist li ser axa xwe ne, lê belê kesên ku xwe bi Tirkiyê ve girê didin, wan welatê xwe firotiye û reviyane.

Şêxên Reqayê: Kesên durist li ser axa welatê xwe ne
23 kanûn, 2018   12:00

IMAR EL-XELEF – HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Der barê daxuyaniyên Tirkiyê de ku dê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û civînên ku Tirkiye li herêmên dagirkirî mîna Ezazê li dar dixe, kesên ku di civînê de hazir dibin ku xwe dikin nûnerên êl û pêkhateyên herêmê, ajansa me bi rûspiyên êlên Reqayê re hevpeyvînek çêkir. Rûspiyan teqez kir ku mirovên ku nasnameya biyanî li xwe dikin, ne ji xaka Sûriyê ne.

Şêx Mihemed Nûr El-Zêb rûspiyê êla El-Berîc axivî û wiha got: "Em xwediyê biryaran in, Trump û Erdogan li berjewendiyên dewletên xwe digerin. Em jî dizanin berjewendiyên me li ku derê ne, ew yek jî bi yekbûna me û berdewama rêya ku me bi hev re dest pê kiribû çêdibe. Bi sedan salan e em li ser vê erdê dijîn û em xwediyê vê axê ne û yên parastina wê bikin jî em in.”                                 

El-Zêb wiha dirêjî da axaftina xwe: "QSD zarokên me ne, ew zarokên Sûriyê ne û li ser vê axê mezin bûn, erka wan e ku parastina wê û hemû xaka Sûriyê bikin, li ku derê QSD bê xwestin, dê li wir be. Şêxên ku li bajarê Ezazê kom bûn û xwest Tirkiye destwerdanê bike, ez dibêjim ku her kesê ku di himbêza Tirkiyê de dimîne dê banga wî bike, eger ne wisa be dê bera wan bidin û dê li gorî siyaseta wan biaxivin. Mirovên ku nasnameya biyanî li xwe dikin êdî ne ji Sûriyê ne, zarokên Sûriyê li ser axa Sûriyê dijîn, ew xwediyê biryarê û îradeyê ne, ew beşdarî şîn û şahiyê dibin. Kesên ku di hotelan de dijîn, tenê nûnerên berjewendiyên xwe yên kesayetî ne."

Her wiha yek ji rûspiyên êla El-Sebxê Şêx Mihemed Tirkî Sûan wiha got: "Bila Erdogan sed carên din gefan li me bixwe, ne xem e. Em li bajarê xwe ne û gefan li Tirkiyê û ewlehiya wê naxwin. Erdogan azad e ku gefan bike yan na. Em ê li pişt QSD`ê bin û li ser axa xwe bimînin."

Li ser biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina hêzên xwe ji herêmê, El-Sûan wiha got: "Amerîka vekişe yan na, ew azad e. Bi saya keda şehîdên xwe û zarokên xwe li ser vê axê em ê heta dawiyê parastina xwe bikin."

El-Sûan wiha pê de çû: "Erdogan ku dibêje daxwaza rûspiyên êlên Ereb û Kurd heye ku Tirkiye bikeve Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev got in derew in. Eger kesên durist hene li ser vê axê ne. Duristên ku Erdogan bi nav dike, ew tenê xayîn in, welatê xwe firotin û her tişt dizîn. Kesên durist li ser vê axê man, me ked da ku parastina azadî û rûmeta xwe bikin. Her malbeteke li vir rastî kiryarên DAIŞ û Erdogan hat."

El-Sûan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek rûspî û êl û zarokên Reqayê ji biçûk û mezinan li pişt QSD`ê sekinîne û em ê parastina xaka Sûriyê bikin."

(jo)

ANHA