'Gotinên Ocalan îro li ser erdê pêk tên'

Şadya Hec Elîko du caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Şadya dibêje gotinên Ocalan ên wê demê îro li ser erdê pêk tên.

'Gotinên Ocalan îro li ser erdê pêk tên'
23 kanûn, 2018   07:12

ROZANA DADO / HELEB

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî di 15'ê Sibata 1999'an de hate girtin. Dewleta Tirk a dagirker ji çend salan ve tecrîdeke giran li Ocalan ferz kiriye û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi gelek hincetan red dike. Tevî tecrîda giran lê dîsa jî şênî û bi taybet jin bi fikrên wî ve girêdayî ne, ji ber ku Ocalan di dirêjahiya têkoşîna xwe de girîngî daye jinan û azadiya wê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku li Lubnan û Sûriyê bû, bi gelek şêniyan re rûniştiye. Di nav de welatiya bi navê Şadya Hec Elîko jî heye. Şadya ji şêniyên Efrînê ye û du caran bi Ocalan re rûniştiye. Şadya dibêje ruxmî tecrîdkirinê lê gelê Rojhilata Navîn bi fikr û rêgezên Ocalan ve girêdayî ye.

Şadya hevdîtina xwe ya yekemîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi bîr xist û wiha got: "Di rûniştina yekemîn de, Ocalan behsa vîn û hêza ku divê li gel me hebe heta em bigihîjin azadiyê kir û got tevgera azadiyê bi 6 kesan dest pê kir û bi baweriya bi armancên xwe tevger mezin bû û gelên Rojhilata Navîn pê bawer kir."

Şadya wiha domand: "Ocalan wê demê texmîn dikir ku wê şerên ku hebûna gelê Kurd dikin hedef li herêmê rû bidin, ji ber wê pêwîstiya yekitiya refa kurdî û birêxistinkirina gelê Kurd dît ku li hember dijminan bisekinin."

Şadya destnîşan kir ku Ocalan bal dikişand ser azadiya jinan û rola wê ya pêşeng di avakirina civakeke demokratîk û azad de û wiha pê de çû: "Em ê her tim minetdarên Ocalan bin, ji ber ku ew tekane têkoşer e ku bi azadiyê jinan bawer kir û ji bo azadiya wan û vegerandina hemû mafên wan tê koşiyaye."

Di dawiyê de Şadya tecrîdkirina ku li Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û bang li hemû dewletên cîhanê kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dawî bike.

(şx)

ANHA