'Tirkiye dixwaze yekitiya Sûriyê têk bibe'

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş destnîşan kir ku Tirkiye bi serkêşiya Erdogan yekitiya Sûriyê armanc dike û teqez kir ku ew li rex QSD'ê li ber xwe didin û dê herêmê biparêzin.

'Tirkiye dixwaze yekitiya Sûriyê têk bibe'
23 kanûn, 2018   06:53

EMAR EL-XELEF / REQA

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş di hevpeyvîneke li gel ajansa me de destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya daxuyaniyên xwe vîn û destkeftiyên gelê herêmê armanc dike.

Di destpêkê de Mişleb daxuyaniyên Tirkiyê yên ku dirêjkirina aloziya Sûriyê û vegerandina serfiraziyên Osmaniyan armanc dikin, şermezar kirin û wiha got: "Bakurê Sûriyê dê wekî striyekê di qirika Erdogan de bimîne û em li Bakurê Sûriyê di nav biratiya gelan de dijîn û bi yekrêzî li rex QSD'ê disekinin ku li du hev serkeftinan bi dest dixe."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Mişleb destnîşan kir ku Tirkiye bi armanca dirêjkirina temenê DAIŞ'ê yê ku nefesa xwe ya dawîn li Hecînê distîne, gefan li herêmê dixwe. Her wiha diyar kir ku divê hikumeta Sûriyê û hemû aliyên ku destê wan di aloziyê de heye, bertekeke cidî li hember gefên Tirkiyê nîşan bidin.

El-Derwîş bal kişand ser rola neyînî ya Koalîsyona Niştîmanî û wiha got: "Yê ku xwe bifiroşe, welatê wan nîn e. Em li welatê xwe dijîn û ew jî ji bo me buha ye. Em ê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê keleheke asê ava bikin."

El-Derwîş armanca gefên Tirkiyê destnîşan kirin û wiha axivî: "Tirkiye bi gefên xwe têkbirina tevna civakî û çandî ya gelê Sûriyê û jiyana hevpar di navbera pêkhateyên wê de armanc dike, ji ber ku wan li dijî tima û berjewendiyên xwe li herêmê dibîne. Tirkiye dixwaze aloziya xwe derbasî dewletên cîran bike."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş di dawiyê de wiha got: “Tirkiye dixwaze yekitiya Sûriyê têk bibe û bi taybet piştî ku gelek herêm dagir kirin, bi taybet Efrîn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê gelek binpêkirinên hovane ji kuştin, talankirin û destavêtinê pêk anîn. Ji lew re ji me tê xwestin ku em li hember her êrîşekê ewlehiya herêmê tehdîd dike, bi yekrêzî bisekinin."

ANHA