Li bejahiya Dêrazorê şer giran e, herî kêm 90 çete hatin kuştin

Şervanên QSD`ê bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ`ê da û di encamê de herî kêm 90 çete hatin kuştin.

Li bejahiya Dêrazorê şer giran e, herî kêm 90 çete hatin kuştin
Li bejahiya Dêrazorê şer giran e, herî kêm 90 çete hatin kuştin
23 kanûn, 2018   06:43

DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike. Êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li dijî noqteyên şervanên QSD`ê dewam dikin. Şervanên QSD`ê jî bersiv didin.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyekî leşkerî ji herêmê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê li eniyên Şefaa û El-Sûse û taybet eniya rojhilatê Hecînê kirin û şervanan jî yekser bersiv dan û li herêmê şerekî giran rû da.

Çavkanî eşkere kir ku di encama şerê ku rû da, şervanên QSD`ê gelek bargehên çeteyan rûxandin û 3 erebeyên mezin ên veguhstina mazotê teqandin û kargeheke çeteyan a amadekirina erebeyên bombebarkirî kirin hedef girtin.

Li gorî heman çavkanî, di şer de herî kêm 90 çete hatin kuştin, 12 cenazeyên çeteyan jî li qada şer man. Her wiha şervanên QSD`ê, dest danîn ser gelek çek û cebilxane ji wan çekeke espicinonek, çekeke kilanşînkov, 3 pêtêl, gelek guleyên doçka 12.5, 14.5 û BKC û gelek topên hawana 120 û 82.

Heman jêderî teqez kir ku şer li herêmê bi hemû hêza xwe dewam dike.

(kc)

ANHA