Li Efrînê piştî teqînan revandina şêniyan zêde bûye

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî teqîna li dijî navenda Cebhet El-Şamiyê mêr û jinên Efrînê ji malan direvînin û bêyî naskirina sedemên revandinê, bûyer roj bi roj zêde dibin.

 Li Efrînê piştî teqînan revandina şêniyan zêde bûye
23 kanûn, 2018   06:40

EFRÎN

Piştî 18'ê Adarê de artêşa Tirkiyê  ya dagirker û çeteyên wê siyaseta guhertina demografîk û qirkirina nîjadî der heqê şêniyên Efrînê de pêk tînin. Istîxbarata Tirkiyê da ku bigihîje armancên xwe zextên aborî li çeteyan dike û di encamê de derbeyên ewlehiyê di navbera çeteyan de dertên holê.

Lê piştî nakokiyên di navbera çete û artêşa Tirk a dagirker de, haletên kuştinê zêde bûne.

Istîxbarata Tirkiyê bi serçeteyan re dicive

Li gor çavkaniyek ji Efrînê ji ajansa Hawarê re diyar kir ku di 15'ê Kanûnê de li Hola Jîn a şahiyan li Efrênê bi serçeteyên El-Cebhe El-Şamiyê, Ehrar El-Şam, Firqit Sultan Murad û Firqit El-Hemzat re civiya. Civîn bi satean dirêj kiriye û piştî ku artêşa Tirk ji çeteyan dixwaze tev li şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin an jî çek deynin, şer di navbera wan de derdikeve..

Her wiha çavkanî zelal kir ku artêşa Tirk a dagirker hindek komên çeteyan bi pereyan xapandiye da ku tev li şerê Tirkiyê li dijî Bakurê Sûriyê bibin. Her wiha komên mayî jî li ser navçeyên Efrînê li noqteyên ku artêşa Tirk a dagirker diyar kiribû belav kirine.

Di 16'ê Kanûnê de teqînek li Navenda çeteyên Cebhe El- Şamiyê de rû dabû, di encamê de gelek çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û birîndar bûn. Piştî wê artêşa Tirk bi rêya çeteyên Ehrar El-Şam û polîsa leşkerî dest bi revandina sivîlan kirin.

Zêdetirî 40 sivîl li Efrînê hatine revandin

Temenê kesên ku ji ber sedemên nediyar hatine revandin di navbera 16 û 45 saliyê de ne. Ev hejmar roj bi roj  zêde dibe. Li gorî çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku ji gundö Kurzêlê yê navçeya Şêrewa hejimara kesên ku hatine revandin gihaştiye 35 sivîlan. Heman çavkanî navên 17 kesên ku hatine revandin ji ajanasa me re parve kirın. Navên wan wiha ne: Hec Îbo (48) cara sêyemîn tê revandin û di cara dawiyê de berdêl dabû da ku ji girtîgehê derkeve, Ferhad Nûrî Hec Îbo (24) cara duyemîn tê revandin, Selah Şukirî Ebdo (34), Rengîn Mihemed Îbo cara duyemîn tê revandin, Ferhad Nûrî Îbo (18) cara duyemîn tê revandin, Hesen Ehmed Osman (17), Beşar Ehmed Osman (19), 2 zarên Zekî Şêxo navê nehatin zanîn, Hecî Kalo, Ismet Kalo, Ismet Cemîl, Ebdo Yûsif Hemkaro, Elî Ebdo Hemkaro, Şervan Hesen Nasir, Ehmed Ebdulhenan Îbiş, Rêzan Sibhî Elî (33) û birayê wî, Selam Sibhî (17), 2 zarokên Welîd Cuma û Ehmed ku di bin 18 saliyê de ye û gelek şivanên gund ên ji malbata Hemo yên ku navên wan nehatine zanîn.

Şêniyên gundê Kûrzêlê teqez kir ku hemleya revandinê dê heya 31'ê vê mehê berdewam bike û heta niha kesek ji wan sivîlên ku hatine revandin nehatiye berdan.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker hemwelatiyên gundê Kokana Jorîn a navçeya Mabata Enwer Xelîl Ebdo, Ebîr Umer û hevjînê wê Eymen û birayên wî Şukirî û Hemûdê revandine û li gorî heman çavkaniyê malbatên wan heya niha li ser wan tu agahî bi dest nexistine.

Ji aliyê din ve ajansa me navên welatiyên ku ji gundê Miskê Jorîn û Jêrîn hatine revandin bi dest xistin. Di 19'ê vê mehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser malên welatiyan de girt û hemû amûrên malê bi hinceta lêgerînê şikandin. Navê welatiyan wiha ne: Rustem Ehmed Sîdo, Mihemed Ismaîl Hebeş, her du bira Ebd û Şêx Mihemed Henan Sîdo, Ednan Xelîl Sîdo, Ciwan Ebdulrehman Hesen, Selah Şêx Mihemed Sîdo, Hesen Mistefa Cindo û Evîn Ehmed Birîm.

Talankirin berdewam e

Ji bilî revandinê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan talan dikin û ji 4 hezar heya 10 hezar dolar pere ji şêniyan distînin.

Her wiha hilberîna zeytûnan di rêya deriyê “Çiqilê Zeytûnê” yê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re derbasî Tirkiyê dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker navenda Rêveberiya Xweser veguherandiye Navenda Gerînendeya Ewlehiyê ya Efrînê.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên YPG'ê berdewam in. Beriya çend rojan çalakiyên bibandor li navçeyên Şêrewa, Şera û Bilbilê yên kantona Efrînê pêk anîn û zêdetirî 15 çete hatine kuştin û birîndar bûne.

ANHA