Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî ev in

Piştî ku Rûsya, Îran û Tirkiyê di avakirina komîteya destûra Sûriyê de bin ketin Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê da, biryara Trump hemû lîstikvanên sereke yên li Sûriyê tev li hev kirin. Li aliyekî din Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî biryara bicihkirina çavdrên navneteweyî li bajarê El-Hudyde yê Yemenê da, da ku çavdêriya li ser vekişandina hêzên çekdarî ji bajar bike. Bi vê yekê, peymana Stockholm a navbera Yemenê û Hûsiyan, bi çavdêriya navneteweyî dike

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî ev in
23 kanûn, 2018   06:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de bal kişandin ser têkçûyîna avakirina komîteya desturî ya Sûriyê, biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, îsîtfaya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Matis, her wiha xwepêşandanên gel li Sûdanê û peymana navdewletî ya derbarê Yemenê û hin mijarên din.

Şeriq El-Ewset: « grantor» di avakirina « destûra» Sûriyê de bin ket

Rojnanemeyên erebî di vê hefteyên de behsa civînên dewletên ku navê grantor li xwe dikin û hewldanên avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê kir. Rojnameya Şeriq El-Ewset got: "Wezîrên derve yên Rûsya Sergi Lavrov û yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu û yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku bi navê grantoron civînên Astanayê tê nasîn di civînên li gel nûnerê navnetewî Stffan De Mistur de ku roja sêşma derbasbûyî li Cinêvê li dar ketibûn di avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê binketin."

El-Ereb: Erdogan hemleyekê ragihandinê li dijî Kurdên Sûriyê  pêk tîne

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rojnameya El-Ereb got: “Serokê Tirkiyê Erdogan hemleya xwe ya ragihandinê li dijî Kurdên Sûriyê dewam dike. Erdogan roja Duşemê ragihand ku eger Amerîka wan ji rojhilatê Firatê dernexe, ew ê wan xelas bike.

Çavdêr dibînin ku tevî hemelya gefxwarin û sozan, lê  heta niha gelek hişyarî hene ku li pêşiya operasyona Tirkiyeyê ya rojhilatê Firatê bibin asteng, nexasim eger Tirkiyê erêkirinê ji Washington negire.”

El-Heyat: Gaveke ji nişkê ve Trump hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vedikşîne

Der barê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina hêzên Amerîka ji Tirkiyê rojnameya El-Heyat wiha nivîsî "Trump li ser hesabê xwe yên twitterê daxuyanî da û got: Me DAIŞ li Sûriyê têk bir, sedema tekane ya hebûna hêza me di dema serokatiya min de ev bû. Beriya wê rayedarên Amerîkayê ji Reutresê re gotibûn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê difikre ku bi nêzîkbûna bidawîbûna pêngava vegerandina herêmên di bin kontrola rêxistina DAIŞ‘ê  de hêza xwe bi temamî ji Sûriyeyê vekişîne."

El-Qudis El-Erebî: Vekişandina Amerîka ji Sûriyê: ji Ewropayê re cihê fikaran e, kêfxweşiya Rûsiya û gefên Îsraîlê

Rojnameya El-Qudis El-Erebî der barê helwestin derve ji vekişandina Amerîkayê got: "Biryara Amerîkayê hemû lîstikvanên sereke yên li Sûriyê tev lihev kir û statîkoya heyî ya Sûriyê şkandin her wiha sînaryoyan ji bo pêşerojê datîne".

Rojnameyê wiha domand "Rêjîma Sûriyê derbarê biryara Koşa Spî ya vekişandina Amerîkayê ji rojhilatê Firatê nedaye.

Serokê Rûsiya Vladimer Putin jî di hevdîtina xwe ya salan li gel rojnamevanan roja pêncşemê got biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê biryareke dirust e.

Ji aliyê xwe ve Wezîra Fransa ya Karûbarên Ewopayê Natalie Luzzatto roja pêncşmê got: Fransa li Sûriyê bimîne.

Wezîrareta Deve yê Birîtanayê jî diyar kir ku rêxistina DAIŞ‘ê li Sûriyê hêna bi dawî nebûye û got ku Birîtanyayê dê di Koalîsyona Navdewletî de bidomîne û pêngavên xwe yên li dijî DAIŞ‘ê bidomîne.

Wezîkarê Karê Derve yê Elmanya yê Heiko Maas   di daxuyaniyekî de got: “DAIŞ li Sûriyê li bin ket lê xeterî hîna bi dawî nebûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ji aliyê xwe ve got Îsraîl piştî vekişandina hêzên Amerîkayê dê îsraîlê şerê xwe li dijî hevalên Îranê li Sûriyê giran bike û dê ewlehiya Îsraîlê biprêzin.

Iraq

Rojnameya El-Heyat jî behsa hevdîtina serokê Iraqê Berhem Salih û serokwezîr Adil El-Mihdî ya têkildarî vekişandina Amerîkayê kir û got:”Iraq bandora vekşîna Amerîka ji Sûriyê lêkolîn dike, di demeke ku rewşa ewlehiyê ya navbera sînorê her du welatan(Iraq-Sûriyê) aloz e.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Di demeke ku serhildan li Sûdanê dewam dikin û li hin bajarên din jî serhildan hatin destpêkirin, hikumeta Sûdanê dibistan li Xertûm û gelek bajarên din û malperên tevna civakî girtin. Ji aliyekî din ve jî, di encama şerê di navbera çalakvanan û hêzên ewlehiyê de, heta niha deh kes mirin.”

El-Heyat: Metirsî li ser derketina aloziyê li Koşa Spî piştî îstîfaya Mattis

Rojnameya El-Heyat: Îstîfaya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jin Mattis metirsî li ser pêşketina aloziyê li Koşka Spî çêdike, dibe ku dûrbûyînekê di navbera Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên wê teqlîdîdî de gûr bike.

Yemen

Têkildarî Yemenê jî, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî duh biryara, bicihkirina çavdrên navneteweyî li bajarê El-Hudyde yê Yemenê da, da ku çavdêriya li ser vekişandina hêzên çekdarî ji bajar bike. Bi vê yekê, peymana Stockholm a navbera Yemenê û Hûsiyan, bi çavdêriya navneteweyî dikeve meriyetê û destpêkirina çareserkirina siyasî li Yemenê.”